Hewlêr (Rûdaw) - Li salonên dadgehên Fransayê bi lez û bi pêkanîna tedbîrên tund ên ewlehiyê li ser dosyeyên bi sedan xwenîşanderên girtî yên aloziyên 17ê Çiriya Pêşîn xebat tên kirin.
Ji ber zêdebûna hejmara girtiyan ku li gorî rayedaran tenê roja şemiyê li seranserî Fransayê gihîştiye 2 hezar û 513 kesan, birêvebiriya kar û barên dadgehan li şûna salonek an du salonan, 4 salonên mezin ên rûniştinê veqetandin da ku bi lez biryar li ser dosyeyan were dayîn.
Beriya destpêkirina darizandinê, komeke parêzeran nerazîbûna xwe gihand dozgerê çavdêr û rexneyên tund li miameleya hikûmetê ya li gel xwenîşanderan girtin.
Parêzer Arie Alimi got:
"Erkê me ye wekî parêzer em her destwerdaneke wezîr a ku hewl dide berê biryarên dadgehê diyar bike red bikin."
Ev hêrsa parêzeran piştî daxuyaniyên Wezîrê Dadê yê Fransayê Gerald Darmanin hat ku di serdana xwe ya li Dadgeha Bajarê Lilleyê de tekezî li ser girtina "helwesta herî tund" û cezakirina tohmetbaran kiribû.
Wezîrê Dadê xwest “bilez 149 têkder û talanker werin cezakirin” û diyar kir ku li seranserî Fransayê zêdetirî 800 kesî ji bo darizandinê sewqî dadgehan hatine kirin.
Li salonên dadgehê tohmetbar yek li pey yekê derdikevin pêşberî dozger û li ser wê yekê tên berdan ka dê yekser bên darizandin an ji bo amadekirina parastina yasayî demê bixwazin.
Tohmetbarê yekem xwendekarekî bejnzirav ê 21 salî yê bi navê Victor bû ku derdora çavê wî yê çepê şîn bûbû.
Victor di rapora polîsan de wekî kesekî "gelekî tund" hatibû binavkirin ku kevir avêtine hêzên ewlehiyê, dirûşmên li dijî polîsan gotine û rêbend çêkirine.
Victor bi dengekî nizm got ku ew li gel dergîstiya xwe çûye nava xwenîşandanê lê di qerebalixiyê de ji hev cuda bûne û dema polîsan êriş kiriye ew tirsiyaye, ketiye erdê û bi daran li serê wî dane.
Li ser bombeya dûxanê ya ku pê re hatibû girtin jî Victor diyar kir ku kameraya hevalên wî pê re bûye û wî xwestiye di tomarkirina kurtefîlmekê de bi kar bîne.
Dozgeriya giştî ji ber girtina rû û hilgirtina çekê ya ji aliyê Victor ve, 5 meh cezayê zindanê xwest lê dadgehê bi liberçavgirtina nebûna sûcên berê, 6 meh cezayê girtîgehê yê ragirtî lê birî.
Dosyeya talankirina Louis Vuittonê
Dosyeya din a du hevalên bi navên Lamine (38 salî) û Sofiane (34 salî) bû.
Her du jî saet 07:00ê serê sibeha 18ê Çiriya Pêşîn piştî ku şeva berê ew dikan hatibû şikandin di nav şaxa markaya cîhanî ya Louis Vuittonê ya li dikana Printempsê de hatibûn girtin.
Sofiane di dema desteserkirinê de cotek pêlavên werzişê û çakêtekî Louis Vuittonê li xwe kiribû ku hîn etîket û qifla ewlehiyê ya li dijî diziyê pê ve bûn. Wî welatiyî li diziyê mikur hat lê tiştekî din negot.
Lamineyê ku pêşîneya wî ya 22 tawanan heye îdia kir ku wî xwestiye cilên zarokan bikire lê di nav avahiyê de asê maye û dest bi vexwarina alkolê kiriye ku bi xwe re biribû.
Dadgehê 10 meh cezayê zindanê yê nîvvekirî da Lamine, bi vî awayî ew dê bi roj biçe ser karê xwe û bi şev di girtîgehê de bimîne.
Dadgehê ji bo Sofiane jî 6 meh cezayê çavdêriya bi kelepçeya elektronîk da, di heman demê de dosyeya tezmînkirina darayî ya şirketê ji bo rûniştineke din hat taloqkirin.
Ciwanekî 18 salî yê bi navê Mistefa ku xwendekarê serperiştiya projeyên avahîsaziyê ye û ti pêşîneya wî ya sûcan nîne, bi tohmeta dizîna 7 berçavkên tavê û tîşortekê hat desteserkirin.
Tohmetbar got ku wî kel û pel li erdê û li kolanê dîtine û nexwestiye diziyê bike lê dozger jê re got:
"Di demekê de ku li hemû derdora te alozî bû, te berçavk li kolanê dîtin?
Te baş zanibû ku ev tişt ji dikanên talankirî hatine derxistin."
Dadgehê 10 meh cezayê girtîgehê yê ragirtî lê birî.
Zererên aborî û tedbîrên ewlehiyê
Welatiyekî din ê bi navê Blayrdê ku bi tundiyê dihat tohmetbarkirin xwest ku dem jê re were dayîn da ku parêzerê wî dosyeya wî amade bike.
Tevî daxwaza dozgeriyê ya ji bo hiştina wî ya di girtîgehê de, dozger biryar da ku heta roja darizandinê bi şert were berdan û pêbendî serdana heftane ya ji bo navenda polîsan were kirin.
Ev darizandinên bilez beşek in ji hewla lezgîn a desthilatdarên Fransayê ya ji bo kontrolkirina kolanan piştî ku xwenîşandanên 17ê Çiriya Pêşîn veguherîn pêleke berfireh a pevçûn, şewitandin û talankirinê.
Li gorî amarên fermî yên Federasyona Bîmeyê ya Fransayê di wê rojê de li seranserî Fransayê zêdetirî 3 hezar dikan û navendên bazirganiyê hatin têkdan û talankirin.
Qebareya zererên darayî yên destpêkê 1,2 milyar euro derbas kiriye.
Hikûmeta Fransayê li beşek ji bajarên mezin qedexeya çûn û hatinê ya bi şev ragihand.
Wezareta Karên Navxwe jî ji bo rêlibergirtina ducarebûna aloziyan û rûbirûbûna bixwîn, plana belavkirina hêzeke mezin a ewlehiyê ya ji bo roja şemiya bê eşkere kir.



