Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çandê yê Libnanê Xesan Selame ragihand ku pirtûkên Kurdî yên ku ji bo Fuara Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê li Beyrûdê hatibûn çapkirin, gihandine Hewlêrê.
Selame ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku destûra Libnanê azadiya derbirînê ya bi zimanên cuda mîsoger dike.
Wezîrê Libnanî her wiha destnîşan kir ku ew rêzeke mezin li ziman û çanda Kurdan digirin.
Wezîrê Çandê yê Libnanê Xesan Selame beriya Fuara Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê, daxuyaniyeke taybet da Rûdawê.
Selame di daxuyaniya xwe de behsa rewşa weşangeriyê, bandora serdema dîjîtal a li ser xwendina pirtûkan û pêwendiyên çandî yên di navbera Beyrûd û Hewlêrê de kir.
"Berhemên Kurdî yên ku li Beyrûdê hatine çapkirin li Fuara Hewlêrê ne"
Wezîr Selame bal kişand ser eleqeya weşangerên Libnanî ya Fuara Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê ku 21ê Çiriya Pêşîn deriyên xwe vedike û diyar kir ku kevneşopiya kevn a weşangeriyê ya Beyrûdê dê di vê fuarê de jî xwe nîşan bide.
Selame mizgîniya weşandina pirtûkên Kurdî da û wiha got:
"Hinek weşanên Kurdî yên ku li Beyrûdê hatine çapkirin, digihîjin fuara Hewlêrê. Libnan navendeke mezin a weşangeriyê ye, lewra li kû derê weşanxaneyeke Libnanî hebe, wekî Wezîrê Çandê ez li cem wan im.
Min bi xwe bang li weşangerên me kir ku bêhtir weşanxaneyên Libnanî beşdarî fuara Hewlêrê bibin.
Her wiha em dê pir kêfxweş bibin ku weşanxaneyên Hewlêrê jî di Fuara Navneteweyî ya Pirtûkan a Beyrûdê de bibînin."
"Destûra Libnanê azadiya derbirînê ya her zimanî diparêze"
Selame bal kişand ser hebûna civaka Kurd û nêzîkatiya li hemberî çanda Kurdî ya li Libnanê û bal kişand ser pêkhateya pirçandî ya welatê xwe:
"Destûra Libnanê azadiya raman û axaftinê mîsoger dike. Ev maf fersendê dide ku hûn dikarin bi her zimanî xwe îfade bikin.
Her çend zimanê me yê fermî Erebî be jî, li welatê me kêmneteweyên ku bi zimanên cuda diaxivin hene û em rêzê li wan hemûyan digirin.
Çapkirin û belavkirina azad a pirtûkên Kurdî li Beyrûdê jî nîşaneyeke berçav a vê nêzîkatiya me ye."
Xesan Selame destnîşan kir ku pêşketinên teknolojîk gefê li ser çand û adetên xwendinê dixwin û pêvajoya xwendinê asteng dikin, ji ber vê yekê pirtûk stargeheke jiyanî û bingehîn e û lê zêde kir:
"Şoreşa teknolojîk a serdema me, mixabin çalakiya xwendinê parçe kiriye û tiştekî nemayînde daye we.
Ev rewş bi taybetî zererê dide şiyana baldarî û hûrbûna zarokên me. Eger em dixwazin karîna hişî û kapasîteya ramana kûr a zarokên xwe biparêzin, divê em berê xwe bidin pirtûkan.
Pirtûk amûreke mucizewî ye ku dikare xwe li gorî her dem û şert û mercî biguncîne. Ji ber vê yekê, li kû derê fuareke pirtûkan hebe, hûn dê bê guman min li wir bibînin."


