کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
Cîhan

Trump: Parîs di demeke nêzîk de dibe bajarekî Misilman

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

20-10-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran20-10-2026

Nûçeyên Têkildar

Koçberên Kurd ên li Dunkirka Fransayê di navbera poşmanî û çûnê de ne: 'Pere hebe em dê ji sedî 100 vegerin'
Cîhan19-10-2026

Koçberên Kurd ên li Dunkirka Fransayê di navbera poşmanî û çûnê de ne: 'Pere hebe em dê ji sedî 100 vegerin'

Li Almanyayê 23 endamên DAIŞê hatin darizandin, 15 doz didomin
Cîhan19-10-2026

Li Almanyayê 23 endamên DAIŞê hatin darizandin, 15 doz didomin

Brîtanyayê ji Rûdawê re got: 413 koçberên Îraqî hatine welatê me
Cîhan19-10-2026

Brîtanyayê ji Rûdawê re got: 413 koçberên Îraqî hatine welatê me

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump rexne li siyaseta koçberiyê ya Fransayê jî girt û got, “Parîs di demeke nêzîk de dibe bajarekî Misilman.”

Trump her wiha bi tundî rexne li Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky girt û got, “Zelensky naxwaze dawî li şer bîne û welatê xwe ber bi tunebûnê ve dibe.”

Serokê Amerîkayê li ser xwenîşandan û aloziyên dawiyê yên li Fransayê axivî.

Wî rexne li siyaseta vekirî ya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a li hemberî koçberan girt û got:

"Emmanuel hevalê min e. Min ji zû ve ji wî re got, hûn li Fransayê xeletiyeke mezin dikin. Hûn rê didin hemû kesên ji her devera cîhanê ku werin nav welatê we. Hemû cîhan diçû Fransayê."

Trump hişyarî jî da û got:

"Wekî ku hûn jî dizanin, di demeke gelekî nêzîk de Parîs dê bibe bajarekî Misilman. Nedibû ku wiha be. Min ji Emmanuel re got pêwîst e hûn sînorên xwe bigirin.

Ev 8-9 sal in ez wî nas dikim û her gava min ew dît, min ev tişt jê re gotin. Me sînorên xwe girtin lê wî ev yek nekir. Pirsgirêk di sînorên wî de ye."

"Zelensky naxwaze şer bisekine"

Trump di beşeke din a axaftina xwe de bi tundî rexne li Volodymyr Zelensky girt.

Wî destnîşan kir ku Zelensky sedema berdewamiya şerê Rûsya û Ukraynayê ye û got:

"Bila ez bi eşkereyî bibêjim Zelensky ne alîkar e. Bi dîtina min ew naxwaze şer bisekine lê ez naxwazim mirina xelkê bibînim. Tê texmînkirin ku ew mehê 25 hezar heta 35 hezar leşker ji dest didin. Meha borî 32 hezar leşker bûn, ez naxwazim 32 hezar leşker bimirin."

Serokê Amerîkayê diyar kir ku Ukrayna ber bi wê yekê ve diçe ku hemû mêrên xwe ji dest bide û wiha pê de çû:

"Ev qet bi vî welatî ve (Amerîkayê) girêdayî nîne lê ez ji aliyê mirovî ve diaxivim. Ukrayna gelekî zêde ya leşkeran ji dest dide. Hêdî hêdî hemû mêrên xwe ji dest dide.

Wê şevê min li jinekê temaşe kir ku li ser televîzyonê diaxivî. Wê gazin ji Zelensky dikirin û digot, 'Zelensky hemû mêrên me dikuje'."

"Dem hatiye ku kesekî din dan û standinan bike"

Trump, Zelensky wekî kesekî "nezan" bi nav kir.

Wî pêşniyar kir ku ji bo dan û standinên aştiyê nûnerê Ukraynayê were guhertin.

Trump axaftina xwe wiha domand:

"Zelensky nizane qala çi dike. Pêwîst bû ku Zelensky ji zû ve ev şer çareser bikira. Eger wî guh bida min, dê ji zû ve karîbûya peymaneke baştir bikira û jiyana milyonek kesî ji welatê xwe rizgar bikira. Bila ez ji we re eşkere bibêjim, bi dîtina min êdî dem hatiye ku kesekî din li ser navê Ukraynayê dan û standinan bike."

Trump ji Rûsya û Çînê razî ye

Trump li ser dosyeya Îranê û helwesta welatên zilhêz jî axivî û pesnê bêdengiya Rûsya û Çînê da û got:

"Rûsyayê dikarîbû gelekî alîkariya Îranê bikira lê Rûsyayê gelekî kêm alîkariya Îranê kir. Çîn jî bi heman awayî, Çînê jî dikarîbû gelekî zêdetir alîkariya Îranê bikira lê wisa nekir.

Ez jî vê yekê ji bîr nakim. Dema ez dibînim Çîn û Rûsyayê bi vî rengî kêm alîkarî kiriye, ez vê yekê wekî tiştekî gelekî erênî dibînim."

Pirsên