Hewlêr (Rûdaw) - Heşt dadgehên bilind ên herêmên Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku ji 2025an heta niha 23 kes bi tohmeta endamtî an alîkarîkirina rêxistina terorê ya DAIŞê hatine darizandin.
Li gorî amarên Rûdawê, li heman dadgehan darizandina 15 dozên gumanbarên DAIŞê didome.
Dozgeriya Giştî ya Almanyayê jî ji Rûdawê re da zanîn ku amarên lêkolînên li dijî gumanbarên DAIŞê li ber destan nînin.
Dadwer û berdevkên heşt dadgehên bilind ên Almanyayê hejmara kesên hatine darizandin û dozên gumanbarên DAIŞê ji Rûdawê re eşkere kirin.
Di şopandinan de nasnameyên endamên DAIŞê yên hatine darizandin jî hatin diyarkirin.
Berdevkekî Dozgeriya Federal a Almanyayê jî ji Rûdawê re got ku ew nikarin hejmara lêkolînên li dijî gumanbarên DAIŞê eşkere bikin.
Dadgehan amaje bi wê yekê kir ku ev amar tenê yên wan in, lê dibe ku Dozgeriya Federal û ya herêmî li ser dosyeyên zêdetir lêkolînan bikin.
Li Frankfurtê 8 dozên DAIŞê didomin
Ji wan amaran diyar dibe ku Dadgeha Bilind a Dusseldorfê ya li herêma Nordrhein-Westfalenê li gorî dadgehên din hejmara herî zêde ya darizandina endamên DAIŞê tomar kiriye.
Lê Dadgeha Bilind a Frankfurtê ya li herêma Hessenê bi heşt dosyeyan xwedî hejmara herî zêde ya dozên vekirî ye.
Li gorî amarên hatine eşkerekirin, ji 38 kesên ku hatine darizandin û tên darizandin, 5 kes Îraqî ne.
Derbarê dosyeyên din de jî hat zanîn ku endamên DAIŞê yên Efxan, Tirk, Sûriyeyî û Alman jî hene.
Amarên dadgehan li gorî herêman
Amarên ku ji Rûdawê re hatine dayîn bi vî awayî ne:
Dadgeha Bilind a Dusseldorfê (Nordrhein-Westfalen)
- Darizandin (2025 – 2026): 7 endamên DAIŞê.
- Li gorî daxuyaniya dadgehê, 2 ji wan endamên DAIŞê Îraqî ne û yên din jî xwedî nasnameyên Tirkiye, Sûriye û Almanyayê ne.
- Dozên ku didomin (2026): 3 doz.
Dadgeha Bilind a Bayernê (Bayern)
- Darizandin (2025): Endamekî DAIŞê yê xwedî nasnameya Almanyayê.
- Dozên vekirî: Dozek.
Dadgeha Bilind a Stuttgartê (Baden-Württemberg)
Darizandin:
- 2025: 2 endamên DAIŞê.
- 2026: Endamekî DAIŞê.
- Di nav kesên hatine darizandin de welatiyên Sûrî, Îraqî, Tirk û Alman hebûn.
- Dozên vekirî: Kesek.
Dadgeha Bilind a Frankfurtê (Hessen)
Darizandin:
- 2025: 2 endamên DAIŞê.
- 2026: 2 endamên DAIŞê.
- Li gorî dadgehê, Almanên bi eslê xwe biyanî jî di nav wan de hebûn.
- Dozên vekirî: 8 dozên girêdayî DAIŞê yên vekirî mane.
Dadgeha Bilind a Celleyê (Niedersachsen)
- Darizandin (2025 – 2026): 4 endamên DAIŞê.
- Li gorî gotina dadwer, ji wan endamên DAIŞê yên ku hatine darizandin yek jê bi eslê xwe Îraqî, yek Alman-Tûnisî û yek jî Alman-Libnanî ye.
Dadgeha Bilind a Koblenzê (Rheinland-Pfalz)
- Darizandin (2025 – 2026): Endamekî DAIŞê.
Dadgeha Bilind a Thuringenê
Darizandin:
- 2025: 2 endamên DAIŞê.
- 2026: Endamekî DAIŞê.
- Dadgehê derbarê nasnameya wan de da zanîn ku ji kesên hatine darizandin du kes welatiyên Efxan in û yek jî Sûriyeyê ye.
- Dozên vekirî: Dosyeyeke girêdayî gumanbarekî DAIŞê yê bi nasnameya Îraqî didome.
Li Almanyayê li seranserî 16 herêman, berpirsiyariya darizandina endamên DAIŞê dikeve ser milê van Dadgehên Bilind ên navborî.
.webp&w=3840&q=75)

