Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ragihand ku di 6 mehên destpêkê yên sala 2026an de 413 welatiyên Îraqê û Başûrê Kurdistanê çûne wî welatî.
Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê pirsên edîtorê Rûdawê Tanya Ehmed bersivandin.
Wezaretê diyar kir ku ji 1ê Kanûna Paşîn heta 30ê Hezîrana 2026an bi sedan welatiyên Îraq, Sûriyeyê, Tirkiyeyê û Îranê gihîştine wî welatî û ev koçber di ser Kanala Îngilîz re derbasî Brîtanyayê bûne.
Li gorî amarên ku Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê bi rêya Fermandariya Asayîşa Sînorî ya welêt taybet ji Rûdawê re şandine, hejmara koçberan bi vî rengî ye:
837 kes ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 413 kes ji Îraq û Başûrê Kurdistanê, 169 kes ji Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê û 174 kes jî ji Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê di ser Kanala Îngilîz re çûne wî welatî.
Amar nîşan didin ku koça herî zêde ya welatiyên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di meha adarê de bûye ku 174 kes bûne.
Ji Îraq û Başûrê Kurdistanê jî di meha Gulanê de 84 kes derbas bûne.
Amarên mehane yên koçberan
Brîtanyayê amarên mehane bi vî awayî ji Rûdawê re şandine:
• Kanûna Paşîn: 51 Îraqî, 46 Sûriyeyî, 101 Îranî û 5 Tirkiyeyî.
• Sibat: 66 Îraqî, 17 Sûriyeyî, 125 Îranî û 10 Tirkiyeyî.
• Adar: 73 Îraqî, 36 Sûriyeyî, 174 Îranî û 29 Tirkiyeyî.
• Nîsan: 67 Îraqî, 14 Sûriyeyî, 104 Îranî û 19 Tirkiyeyî.
• Gulan: 84 Îraqî, 28 Sûriyeyî, 168 Îranî û 44 Tirkiyeyî.
• Hezîran: 72 Îraqî, 28 Sûriyeyî, 165 Îranî û 67 Tirkiyeyî.
Bûyerên mirine
Li ser amarên kesên ku di dema derbasbûnê de canê xwe ji dest daye jî Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê daxuyanî da.
Wezaretê eşkere kir ku di 9 mehên destpêkê yên sala 2026an de 17 koçber li Kanala Îngilîz mirine û sedema mirina wan binavbûna belemên biçûk bûye.
Li gorî amaran, di meha tîrmehê de xeniqîn û windabûna herî zêde rû daye ku 7 kesan canê xwe ji dest da.
Her wiha di meha nîsanê de 6 kesan, di meha Gulanê de 2 kesan û di mehên Hezîran û Tebaxê de jî mehê kesekî canê xwe ji dest da.
Di mehên din de ti kesî ne mirine.
Li gorî Fermandariya Asayîşa Sînorî ya Brîtanyayê, ti zanyariyên wan li ser nasname û welatên qurbaniyan nînin.
Sedema vê yekê ew e ku piraniya bûyeran li derveyî desthilata dadwerî ya Brîtanyayê rû didin.
Fermandariyê da zanîn ku amar tenê li ser bingeha raporên derve hatine komkirin û armanc jî hişyariya ji bo rewşa navxweyî ye.
Rêjeya koçberan ji sedî 23 daketiye
Her li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê, ji Hezîrana 2025an heta Hezîrana 2026an bi giştî 33 hezar û 374 koçberan hewl daye ku bi belemê derbasî Brîtanyayê bibin.
Heke em vê amara niha bi heman dema salên berê re bidin ber hev, em dibînin ku 9 hezar û 935 kes kêmtir çûne Brîtanyayê.
Ev jî tê wê wateyê ku rêjeya koçberan ji sedî 23 daketiye.
Îran û Îraq di nav 10 welatên destpêkê de ne
Wezaretê diyar kir ku ji meha Hezîrana 2025an heta heman meha 2026an, li ser asta cîhanê herî zêde koçber ji Erîtreyayê çûne û hejmara wan 5 hezar û 875 kes bû.
Piştî Erîtreyayê Sûdan, Somalî û Efxanistan tên.
Paşê jî Îran di rêza pêncem de ye ku di wê demê de 3 hezar û 657 koçberên wê hebûn.
Îraq di rêza heftem de ye û ji wê jî hezar û 336 koçber hatine tomarkirin.
Her wiha Sûriye bi hezar û 3 koçberan di rêza heştem û Tirkiye jî bi 783 koçberan di rêza nehem de cih digirin.
.webp&w=3840&q=75)


