Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Fransayê ragihand ku di xwenîşandan û aloziyên dawî yên wî welatî de nêzîkî 2 hezar û 400 kes hatine desteserkirin û hezar polîs jî birîndar bûne.
Serokkomarê Fransayê dibêje ku ti tişt nabe hincet ji bo wê tundiya "bêsînor".
Wî soza "zelalbûneke temam" da li ser awayî nêzîkbûn û miameleya hêzên ewlehiyê ya di rûdan û bûyeran de.
Xwenîşandanên ku dawiya hefteya borî li Fransayê dest pê kir, gelek alozî û tundî bi xwe re anîn.
Sedema sereke ya van xwenîşandanan bilindbûna lêçûnên jiyanê û çend pirsgirêkên din in.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bangî gelê Fransayê kir û di axaftina xwe de got, "Em hemû hest bi hêrs û şermezariyê dikin."
Macron xwest ku ferq û cudahî bikeve navbera xwenîşanderên ku "daxwazên wan ên rewa hene" û wan kesên ku "wêranî anîn, tişt şikandin û talan kirin."
Dê lêkolîn li ser hêzên ewlehiyê bê kirin
Polîsên Fransayê ji ber ku amadehiya wan a pêwîst ji bo xwenîşandanan tunebû rastî rexneyan hatin.
Li ser vê yekê Macron soz da ku dê li ser şêwazê bersivdana hêzên ewlehiyê "zelalbûneke temam" hebe.
Serokkomarê Fransayê ragihand ku wî ji Wezîrê Karên Navxwe Laurent Nunez xwestiye ku ji vê rewşê "hemû dersên pêwîst" derxîne.
Macron destnîşan kir ku divê bi taybetî di warê komkirina zanyariyên îstixbaratî û pêşbîniyên pêşwext de ev ders werin derxistin.
Her wiha wî da zanîn ku ew li benda "bersiveke zelal û bibiryar" e.


