Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku redkirina tevlîbûna Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) nava artêşê Sûriyeyê beşdariya jinan sînordar dike
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan li ser rewşa jinan a li Sûriyeyê raporek amade kir.
HRWyê diyar kir ku hikûmeta veguhêz destûr nedaye da ku YPJ tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.
Li gorî raporê, ev yek sînordarkirina beşdariya jinan a di saziyên giştî, leşkerî û ewlehiyê de nîşan dide.
Tevlîbûna artêşê hat astengkirin
HRWyê destnîşan kir ku hikûmeta veguhêz tebaxa borî qebûl nekir ku YPJ wekî statu tevlî artêşê bibe.
Ev biryar wekî sînordarkirina beşdariya jinan a di saziyên leşkerî û ewlehiyê de hat nirxandin.
Di raporê de hat gotin ku sînordarkirina tevlîbûna jinan a li bernameyên zanîngehên parastin û ewlehiyê cihêkariyê nîşan dide û ev yek rola jinan a di saziyên dewletê de kêm dike.
Sînordarkirinên li zanîngehan
Hinek şertên qebûlkirinê 30ê Îlona îsal ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ve hatibûn ragihandin.
HRWyê bal kişand ser van şertan ku piraniya bernameyên Zanîngeha Zanistên Parastinê ya Niştimanî tenê ji bo mêran in.
Her wiha li Zanîngeha Zanistên Ewlehiyê ya Sûriyeyê derfetên jinan tenê bi beşa ewlehiya sîber re hatine sînordarkirin.
Dema serlêdana van beşan jî 19ê Cotmehê bi dawî dibe.
Rêxistinê diyar kir ku jin ji perwerdeya artêşê tên bêparkirin û ew nikarin di saziyên ewlehiyê de bixebitin.
Her wiha jin ji peymangehên teknîkî yên petrol, gaz û xetên trênê jî hatine dûrxistin.
Beşa derhêneriyê ya Peymangeha Teknîkî ya Ragihandinê ya Zanîngeha Îdlibê jî tenê bi mêran ve hatiye sînordarkirin.
Li dijî peymanên navneteweyî ye
HRWyê destnîşan kir ku ev nêzîkatî li dijî mafê wekheviyê ye û got:
“Ev biryar bi mafê perwerde û xebatê re nakok e ku di Danezana Destûrî ya Sûriyeyê de cih girtiye.
Her wiha ev pêngav li dijî peymanên navneteweyî ye. Bi taybetî jî Peymana li ser Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cihêkariya li dijî Jinan (CEDAW) tê binpêkirin.”
Rêxistinê da zanîn ku jin di çarçoveya bernameyeke berfireh de ji saziyên giştî, leşkerî û ewlehiyê tên dûrxistin.
HRWyê bal kişand ser lawaziya nûnertiya jinan a di Meclisa Gel de û amaje bi qedexeyên li ser hinek kar û barên giştî jî kir.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di rapora xwe de bangî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kir.
HRWyê xwest ku dawî li sînordarkirinên li ser bingeha zayendê bê anîn.
Her wiha xwest ku beşdariya wekhev a jinan a di saziyên giştî, leşkerî û ewlehiyê de were misogerkirin.

.webp&w=3840&q=75)

