Dusseldorf (Rûdaw) - Partiyên nav Parlamentoya Swêdê dixwazin yasayên tund ên hikûmeta berê siviktir bikin.
Ev yasayên tund bi taybetî li ser koçberan in.
Partiyên Swêdê dixwazin şert û mercên yekbûna malbatan û birina xizman a Swêdê asantir bikin.
Her wiha ew dixwazin tundiya niha ya li ser dersînorkirina ciwanan jî nemîne.
Aliyan li ser guhertinan li hev kir
Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Çep, Partiya Navend û Partiya Keskan li ser vê guhertinê li hev kir.
Hîn tenê du hefte ne ku biryarên tund ên hikûmeta beriya hilbijartinên dawî yên Swêdê ketine meriyetê.
Şertê dahatê gelekî giran e
Li gorî wan biryarên tund, dibe ku kesekî malbata xwe ji Kurdistanê biribe Swêdê.
Lê piştî gihîştina wan û xirabbûna rewşa wî ya aborî, eger heye ku ew malbat were dersînorkirin.
Niha her kesê ku bizewice û bixwaze hevjîn an jî zarokê xwe ji Kurdistanê bibe Swêdê, divê dahata wî ya mehane 41 hezar û 500 kron be.
Heke du zarokên wî jî hebin, divê mehane nêzîkî 53 hezar kron dahata wî hebe.


