Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê di hilbijartinên navberê yên 3yê Çiriya Paşîn de hejmartina dengan didome.
Di pêşbirka Meclisa Nûneran de heta niha Demokratan 240 û Komariyan jî 147 kursî bi dest xistine.
Li gorî encamên nefermî yên ku ajansa Associated Pressê (AP) eşkere kirine, hejmartina dengan didome û Demokratan piraniya kursiyên Meclisa Nûneran ji destê Komariyan derxist.
Li gorî van encaman, di Meclisa Nûneran de heta niha Demokratan 240 û Komariyan jî 147 kursî bi dest xistine.
Demokratan piranî bi dest xist
Di vê pêşbirkê de 31 kursiyên ku berê di destê Komariyan de bûn, ketin destê Demokratan.
Ka kê 48 kursiyên mayî yên Meclisa Nûneran bi dest xistine, hîn bi temamî diyar nebûye.
Li gorî encamên ewil ên nefermî, Demokratan hem di Senatoyê de hem jî di Meclisa Nûneran de piranî ji destê Komariyan derxist.
Hilbijartinên nîvdemê yên Amerîkayê çawa tên kirin?
Gelê Amerîkayê 3yê Çiriya Paşîn çû ser sindoqan.
Welatiyan ji bilî posta parêzgarî û postên din ên xwecihî yên eyaletan, ji bo hemû 435 kursiyên Meclisa Nûneran a Kongreyê û her wiha ji bo 35 kursiyên Senatoyê deng da.
Di pergala hilbijartinê ya Amerîkayê de hemû endamên Meclisa Nûneran ku ji 435 kursiyan pêk tê, du salan carekê tên hilbijartin.
Yek ji van di hilbijartinên giştî yên serokatiyê de û ya din jî di hilbijartinên nîvdemê de tê kirin.
Di baskê Senatoyê yê Kongreyê de jî ku ji 100 endaman pêk tê, senator ji bo heyama 6 salan tên hilbijartin û sêyeka wan ji her du salan carekê bi hilbijartinan tê nûkirin.



