Hewlêr (Rûdaw) - JD Vance di daxuyaniya xwe ya yekem a li ser têkçûna Partiya Komarî ya di hilbijartinên nîvdemî de ragihand ku dengdêrên Trump ji ber şerê li Îranê û bihabûna lêçûna jiyanê ceza dane wan û berê xwe dane Demokratan.
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance sedemên bipaşveçûna Komariyan rave kirin.
Vance diyar kir ku pirsgirêka wan a sereke ne boykotkirina hilbijartinan bû, hêrsa dengdêrên Donald Trump bi xwe bû:
"Amaran nîşan dabû ku amadebûna Komariyan a li eyaletan baş bû, tewra li Floridayê em li pêş bûn lê pirsgirêk ew bû ku piraniya kesên sala 2024an dengê xwe dabû me, di van hilbijartinan de dengê xwe da Demokratan."
4 mercên sereke yên dengdêran
Cîgirê Serokê Amerîkayê da zanîn, rapirsiyan nîşan daye ku wan dengdêrên pişta xwe daye Komariyan, ji bo ku ducare baweriyê bidin wan 4 daxwazên sereke hebûne:
“Bidawîanîna şer, sekinîna li ser enflasyon û lêçûna jiyanê, bipêşxistina dirûşma "Berê Amerîka" û guherandina şêwazê pêwendiyên bi Îsraîlê re.”
Vance anî zimên ku her gotûbêjeke dilpak a li ser têkçûna di hilbijartinan de divê ji rastiya van sedeman dest pê bike.
Roja sêşemê hilbijartinên Encumena Pîran, Meclisa Nûneran û parêzgarên eyaletan bi rê ve çûn.
Di her sê hilbijartinan de jî Komariyan piraniya kursiyan ji dest da.
Bandora girtina Tengava Hurmizê
28ê Sibata îsal, Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kir û Tehranê jî bi êrişên bi mûşekan û dronan ên li ser Îsraîl û welatên cîran bersiv da.
Wekî beşek ji vê bersivdayînê, Tehranê 2yê Adarê Tengava Hurmizê girt.
Rojek beriya şer bermîleke petrola Brentê bi 72 dolarî bû lê paşê gihîşt 120 dolarî.
Vê yekê jî bihayê sotemeniyê, lêçûna jiyanê û rêjeya enflasyonê li Amerîka û seranserê cîhanê bilind kir.



