Dusseldorf (Rûdaw) - Wezîra Perwerdeyê ya Belçîkayê Zuhal Demîrê planek ragihand ku divê herî kêm dê yan jî bavê her zarokî bi Holendî bizanibe.
Piraniya şêniyên Herêma Flandersa Belçîkayê bi zimanê Holendî diaxivin.
Wezîra Perwerdeyê ya vê herêmê jineke Kurd a bi navê Zuhal Demîr e.
Zuhal Demirê biryarek da ku ji bo welatiyan gelekî girîng e.
Şertê zimanê Holendî
Zuhal Demir yek ji siyasetmedarên bibandor û hezkirî yên Belçîkayê ye.
Wê vê hefteyê planek ragihand ku ji bo dê û bavên Kurdistanî yên herêmê jî gelekî girîng e.
Wezîra Kurd roja çarşemê eşkere kir ku ji niha û pê ve şertekî nû heye.
Li gorî şertê nû, divê herî kêm dê yan jî bavê her zarokî bi Holendî bizanibe.
Armanc beşdariya dê û bavan e
Demîrê da zanîn ku hikûmet dixwaze dê û bav zêdetir beşdarî çalakiyên li dibistanan bibin.
Bi vê yekê re dê û bav dê baştir fêm bikin bê zarokên wan li dibistanê mijûlî çi ne.
Her wiha ew dê karibin bi mamosteyên zarokên xwe re jî pêwendiyeke baştir deynin.
Hîn ne diyar e ka dê ceza hebe an na
Hîn ne diyar e ka dê mekanîzmaya bicihkirina vê planê çawa be.
Her wiha ne zelal e ka dê ew dê û bavên ku pêbendî vê biryarê nabin rastî cezayekê werin an na.


