Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Wuppertalê yê Almanyayê, navendeke mezin a fîzyoterapiyê bala gelek kesan û bi taybetî jî bala stêrkên werzişê yên Almanyayê dikişîne.
Avaker û birêvebirên vê navendê Şiyar Osman û Rewan Osman in, du hevjînên ciwan ên ji Rojavayê Kurdistanê ku bi jêhatîbûn û şarezatiya xwe baweriya mirovan bi dest xistiye.
Çîroka serkeftinê ya Şiyar û Rewanê sala 2013an li Almanyayê, bi vekirina vê navendê re dest pê kir.
Şiyar Osman hîn di temenê zaroktiyê de çûye Almanyayê. Wî li wir bawernameya fîzyoterapiyê wergirtiye û ev zêdetirî 15 salan e di vî warî de kar dike.
Hevjîna wî Rewan jî piştî destpêkirina şerê Sûriyeyê çûye Almanyayê û wê li wir zimanê Fransî xwendiye, niha jî birêvebiriya navendê dike.
Şiyar Osman li ser xebata wan a bi hev re wiha got:
"Ji bo me şansek e ku em bi hev re kar dikin. Em gelekî kêfxweş in."
Ev herdu hevjîn di navenda xwe de girîngiyeke mezin didin nexweşên piştê. Navend bi rêya teknolojiyeke nûjen, azarên nexweşên dîsk û piştê bi awayekî bêêş kêm dike û rewşa wan baştir dike.
Rewan Osman di bernameya Diyasporayê de ragihand ku ev pergala nûjen ji bo kesên ku pirsgirêkên demarî an jî fitiqa piştê bi wan re heye pir bikêrhatî ye û rê li ber neştergeriyê digire.
Gelek werzişvanên profesyonel ên lîgên Almanyayê ji bo dermankirinê berê xwe didin vê navendê, Şiyar Osman li ser vê yekê wiha got:
"Gelek nexweşên me yên werzişvan hene ku bi taybetî ji bajarên wekî Dortmund û Kolnê tên cem me."
Yek ji nexweşên vê navendê ku berê bi nexweşiyeke giran a piştê re rû bi rû maye û bijîşkan biryara neştergeriyê daye, behsa encama ezmûna xwe wiha kir, "Destê Şiyar destê şifayê ye."
Li gorî wî bi saya vê navendê, êdî hewcedariya wî bi neştergeriyê nemaye.


