Dusseldorf (Rûdaw) - Şeveke sar a bajarê Leipzigê yê Almanyayê, ji ber jêhatîbûn û zîrekiya ciwanekî Kurd felaketeke mezin û xwîndar çênebû.
Destpêka îsal, ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Îdris Hecî Îsmaîl li ber saloneke şahiyan wekî nobedar dixebitî.
Wê şevê kesekî Ereb yê ê Sûriyeyê bi Klaşnîkofekê xwest bi zorê bikeve nav şahiyê.
Lê Îdrîs bû mertal û jiyana bi dehan kesên bêguneh ji mirinê rizgar kir.
Her çi qasî ev bûyer çend meh beriya niha rû dabe jî polîsên herêmê ew nû eşkere kir û di medyaya Almanyayê de deng veda.
Bi vê yekê Îdrîs bû qehremanê raya giştî û medyaya wî welatî.
"Paşê Klaşnîkofa xwe derxist"
Îdrîs nêzîkî 10 sal in li Almanyayê dijî û debara xwe bi teknîkariya otomobîlan û nobedariya êvaran dike.
Ciwanê Kurd di bernameya Diasporayê de qala hûrgiliyên bûyerê kir.
Ew dibêje ku ew kes ji ber tijebûna salonê nehatibû qebûlkirin lê dest ji wê berneda û çend caran xwestiye bikeve hundir.
Îdrîs li ser wê kêliyê got, "Carekê, du caran, sê caran hat... Paşê Klaşnîkofa xwe derxist."
Dema çekdar lûleya çeka xwe ber bi Îdrîs û hevalên wî ve dike û gefan dixwe, tirs dikeve dilê hevalên Îdrîs û kes nikare tiştekî bike.
Bi destê vala êriş kir
Îdrîs li şûna ku bireve yan jî xwe veşêre, biryareke bilez û wêrek dide.
Ew bê çek êrişî çekdar dike û nahêle şarjorê bixe ser Klaşnîkofê.
Îdrîs got, "Gef xwarin lê bi rastî ez netirsiyam. Min êrişî wî kir... Min çeka wî ji wî stend... Min ew xist erdê û kelepçe kir."
Piştî wê, Îdrîs li bendê dimîne heta ku hêzên polîsan tên cihê bûyerê.
Polîsan ji bo vê qehremaniyê spasiya Îdrîs kir û eşkere kir ku pêşîneya tawanbariya wî kesî heye.
Her wiha di lêgerîna mala wî de çekeke din jî hatiye dîtin.
Ev yek nîşan dide ku eger Îdrîs nebûya, îhtimala qetlîameke mezin hebû.
"Ez şervanekî profesyonel im"
Çavkaniya vê wêrekiya Îdrîs ne tesaduf e, pêwendiya wê bi pîşeya wî ya din re jî heye.
Ew werzişvanekî profesyonel ê hunerên şer ên têkel (MMA) e.
Wekî ku ew bi xwe dibêje, "Ez şervanekî profesyonel im."
Rahênanên wî yên giran û baweriya wî ya bi xwe wisa kirine ku ew di dema metirsiyê de kontrola xwe ji dest nede.
Dê 7ê Çiriya Paşîn derkeve qadê
Niha ev qehreman rojên xwe yên herî mijûl derbas dike û xwe ji bo rûbirûbûneke mezin a werzişê amade dike.
Îdrîs dê destpêka meha pêşiya me li bajarê Leipzigê derkeve qadê ji bo ku maçeke çarenivîssaz bike.
Îdrîs li ser vê yekê got, "7ê meha 11an, maça sereke ya MMAyê ya vê herêmê bi min re ye û ez dê bilîzim... Maçeke gelekî girîng e."
Ji bo wî, ev ne tenê maçek e, derfetek e ji bo nîşandana nasname û jêhatîbûna xwe.
Îdrîs bi hêvî ye ku bi ser keve û dibêje, "Înşelah ez dê serê xwe û yê hemû Kurdan bilind bikim. Ez dê Alaya Kurdistanê bilind bikim."
Wî ji Kurdên diyasporayê jî daxwaza piştgiriyê kir û got, "Ez hêvî dikim hemû Kurdên me piştgiriya min bikin."
Ciwanê Kurd ê ku li kolanên Almanyayê jiyana xelkê rizgar kir û bû qehreman, dixwaze di nava qefesa werzişê de jî serê xwe û navê Kurdistanê bilindtir bike.
.webp&w=3840&q=75)
