Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Kargêrî ya bajarê Wiesbadenê dersînorkirina zarokekî Kurd ê 3 mehî rawestand.
Biryar hatibû dayîn ku ew zarok bêyî dayîk û bavên xwe ji Almanyayê were dersînorkirin û wî bişînin Tirkiyeyê.
Dadgehê biryara xwe bi wê yekê rave kir ku nabe endamên malbatekê ji hevdû bên dûrxistin.
Saziya Koç û Penaberan a Federal (BAMF) hemû rexneyên li ser vê dosyeyê red kirin.
Saziyê diyar kir ku pêwîst bû saziya biyaniyan a herêmî ji bo vê dozê nirxandinek bikira.
Biryar ji medyaya Almanyayê re hat piştrastkirin
Medyaya Almanyayê îro eşkere kir ku Dadgeha Kargêrî ya Wiesbadenê dersînorkirina wî zarokî rawestandiye.
Dadgehê jî ev biryar ji Ajansa Evangelische Pressedienstê (epd) re piştrast kir.
Di daxuyaniya dadgehê de hatibû gotin, "Tiştekî eşkere ye ku nabe zarokekî 3 mehî ji dayîk û bavê xwe were veqetandin."
Dadweran her wiha destnîşan kir ku pêwendiyên nêzîk ên malbatê rê li ber jihevcudakirina malbatê digirin.
Ev yek jî tevî wê yekê ye ku ew kes li Almanyayê ne xwediyê mafê rûniştinê bin û mana wan tenê ji bo dema pêvajoya penaberiyê be.
Dadgehê her wiha destnîşan kir ku biryarên gelek dadgehan hene ku jihevcudakirina endamên malbatekê qedexe dikin.
Bi vê biryarê, Dadgeha Wiesbadenê biryarnameya Saziya Koç û Penaberan (BAMF) a ji bo dersînorkirina wî zarokî betal kir.
Dayîk û bavê zarok doz vekiriye
Li gorî medyaya Almanî, dayîk û bavên wî zarokî Kurd in û xwediyê nasnameya Tirkiyeyê ne.
Wan mafê penaberiyê wernigirtiye û li dijî biryara BAMFê doz vekiriye.
Hîn biryara dawî li ser doza wan nehatiye dayîn lê BAMFê xwestiye wî zarokî bi tenê dersînor bike.
Helwesta BAMFê
Berdevkekî Saziya Koç û Penaberan a Federal jî ji ajansa “epd”yê re axivî.
Wî berdevkî got ku pêwîst bû saziyên biyaniyan ên herêmî "astengiyên diyar ên dersînorkirinê" li ber çavan bigirtana.
Berdevkê BAMFê got, "Eşkere ye ku nabe zarokekî 3 mehî bêyî dayîk û bavê xwe rasterast were dersînorkirin."
Tevî vê yekê jî wî berdevkî got ku ti sedem nînin ku endamên nêzîk ên malbatekê neyên dersînorkirin.
Wî berdevkî bal kişand ser wê yekê ku ji bo vê yekê ti bingeheke qanûnî tune.
.webp&w=3840&q=75)

