Parîs (Rûdaw) - Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande di merasîma vekirina Mala Kurdistaniyan a Fransayê de got, “420 hezar Kurd li Fransayê dijîn û dilê wan hemûyan ji bo Fransayê lê dixe.”
Hollande li ser rola Kurdan a di şerê li dijî terorê de diyar kir ku bêyî beşdarî û xwînrijandina Kurdên Rojavayê Kurdistanê, serkeftina cîhanê ya bi ser DAIŞê de ne pêkan bû.
"Bêyî Kurdan DAIŞ nedihat têkbibin"
Îro li Parîsa paytexta Fransayê bi amadebûna bi dehan kesayetiyên Kurd û Fransî, “Mala Kurdistaniyan a Fransayê” hat vekirin.
Serokkomarê berê yê Fransayê Francois Hollande yek ji beşdarên merasîmê bû û wî gotarek pêşkêş kir.
Hollande di beşeke gotara xwe de qala serdema serokkomariya xwe kir û got, "Bêyî Kurdên Sûriyeyê, serkeftina bi ser DAIŞê de nedihate bidestxistin."
Hollande bi bîr anî ku wî wê demê li Koşka Elyseeyê wan jinên serkirde û fermandarên Kurd pêşwazî kiriye ku li qadê operasyonên li Rojavayê Kurdistanê bi rê ve dibirin.
Hollande destnîşan kir ku tevî her cure rêkeftinê jî divê Fransa her tim di xeta hevxembûn û piştgiriya Kurdan de bimîne.
"Dilê hemûyan ji bo Fransayê lê dixe"
Hollande di mijareke din a gotara xwe de bal kişand ser hebûna civaka Kurd a li Fransayê.
Hollande ragihand ku niha 420 hezar Kurd li Fransayê dijîn û got, "Dilê wan hemûyan Fransî ye û ji bo Fransayê lê dixe."
Serokkomarê berê yê Fransayê pesnê beşdariya berfireh a Kurdan a di warên zanist, çand û bazirganiyê de da.
Hollande bi taybetî xizmetên mezin ên Kurdan ên di warên bijîşkî û tenduristiyê de nirxandin.
François Hollande di dawiya axaftina xwe de peyameke xurt da civaka Kurd a li Fransayê.
Hollande diyar kir ku ev kok û hebûna li Fransayê dê bibe hevênê baweriya bi paşerojê û pêşkêşkirina şiyanên herî baş ji bo Fransayê.
Wî gotara xwe bi dirûşma "Bijî..." bi dawî kir.




