Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Pensilvanyayê ya Amerîkayê di êrişeke çekdarî de 9 kes hatin kuştin ku di nav wan de zarok jî hene.
Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, bûyer li bajarê Eriyeyê qewimiye.
Rayedaran ragihand ku êrişkar pêşî li ser kolanê gule reşandiye.
Êrişkar piştî wê ketiye hundirê malekê û li wir jî berê çeka xwe daye xelkê.
Êrişkar xwe jî kuşt
Rayedaran eşkere kir ku di êrişê de zarok jî di nav de 9 kes hatin kuştin.
Hat ragihandin ku êrişkar jî piştî bûyerê bi heman çekê dawî li jiyana xwe aniye.
Her wiha hat zanîn ku li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.



