Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê beriya hilbijartinên navberê yên 3yê Çiriya Paşîn êrişî Îranê nekin.
Trump got, "Li gel Îranê hevdîtinên avaker tên kirin lê dê dorpêça deryayî bidome."
Serokê Amerîkayê Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rewşa şerê li gel Îranê daxuyaniyeke girîng belav kir.
Trump da zanîn ku wan bi Tehranê re hevdîtinên berhemdar kirine.
Wî eşkere kir ku Îran hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê leşkerî ve "di rewşeke gelekî xerab de ye" û rojane bi milyonan bermîl petrol di Tengava Hurmizê re derbas dibe.
"Em dê êrişî Îranê nekin"
Trump li ser îhtimala êrişê got:
"Beriya hilbijartinên navberê yên 3yê Çiriya Paşîn ên li Amerîkayê, em dê ti carî êrişî Îranê nekin."



