New York (Rûdaw) - Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk ragihand ku divê serweriya qanûnê li Sûriyeya nû her takekî Sûriyeyî û kêmîneyên neteweyî jî li xwe bigire.
Wî her wiha amaje pê kir ku ew dê di hefteyên bê de serdana wî welatî bike. Armanca serdanê şopandina rewşa mafên mirovan û qonaxa veguhêz e.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk pirsa Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya New Yorkê Namo Ebdulla bersivand.
Pirsa Namo Ebdulla li ser rewşa mafên mirovan a Kurdan li Sûriyeyê bû ku piştî fesixkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û êrişkirina li ser wan koçberên Kurd ên dixwazin vegerin warê xwe derketiye holê.
Namo Ebdulla ji Volker Turk pirsî bê ma pêwîst e xelk li ser paşeroja Kurdan a li Sûriyeya nû dilgiran be an na.
"Me guherînên gelekî mezin dîtin"
Volker Turk got, "Em hemû hewlên xwe didin. Ev ne tenê ji bo piştgirîkirina desthilatdaran di avakirina dadperweriya veguhêz de ye, di heman demê de ji bo reforma di pergala dad û qanûnê de ye jî."
Turk her wiha anî zimên, "Em dizanin ku pêbendbûneke gelekî bihêz heye. Ji dawiya sala 2024an ve me guherînên gelekî mezin dîtin.
Bê guman ev nayê wê wateyê ku pirsgirêk tunin. Me dît ku çi li Siwêdayê û li seranserê qeraxên deryayê yên li Laziqiyeyê rû da."
Turk amaje pê kir ku cara yekem ofîsa wan li ser erdê û di nava xaka Sûriyeyê de heye.
Wî diyar kir ku ew dikarin li wê derê kar bikin ku berê ti carî derfeteke bi vî rengî bi dest nexistibûn.
Turk ragihand, ew hêvîdar in ku li ser vê bingehê kar bikin da ku pergala serweriya qanûnê dabîn bikin. Wî xwest ku ev pergal bi awayekî be ku hemû pêkhate û kêmîneyên neteweyî bi temamî biparêze.
Rûdaw: Gelekî spas, Cenabê Komîserê Bilind. Namo Ebdula ji Rûdawê. Tu dikarî ji me re çi bibêjî li ser rewşa mafên mirovan a Kurdan li Sûriyeyê? Bi taybetî piştî fesixkirina hêza wan a defakto ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû. Di hefteyên dawî de, me dît ku êrişî koçberên Kurd tê kirin dema ku ew hewl didin vegerin herêmên xwe yên li Sûriyeyê. Tiştek heye ku hûn karibin derbarê rewşê de ji me re bibêjin? Gelo pêwîst e xelk li ser paşeroja Kurdan a li Sûriyeya nû dilgiran be? Spas.
Volker Turk: Binêre, zanyariyên min ên herî nû li ser vê yekê li ber destê min nînin. Em dikarin piştre li ser vê mijarê zanyariyan bidin we. Lê tenê ez dixwazim vê bibêjim, ez dê di hefteyên bê de geştekê ber bi Sûriyeyê ve bikim. Ji bo me gelekî girîng e em her çi ji destê me tê bikin. Ev yek ne tenê ji bo piştgirîkirina desthilatdaran a di avakirina dadperweriya veguhêz de ye. Em dizanin ku pêbendbûneke gelekî bihêz heye. Di rastiyê de ji dawiya sala 2024an ve me guherînên gelekî mezin dîtin. Bê guman ev nayê wê wateyê ku pirsgirêk tunin.
Mebesta min ew e, me dît bê çi li Siwêdayê û li seranserê qeraxên deryayê yên li Laziqiyeyê rû da. Lê ev jî rast e ku cara yekem e ofîsa min li ser erdê heye. Em dikarin li wê derê kar bikin, ku berê me ti carî nekarîbû vê yekê bike. Ji ber vê yekê, bi awayekî ji awayan, ez hêvîdar im em karibin li ser vê yekê berdewam bin. Em ne tenê li ser pirsên dadperweriya veguhêz kar bikin, belkî li ser dadperwerî û çaksaziya qanûnî jî. Li ser pergaleke serweriya qanûnê ku hemû takekî Sûriyeyî, bi kêmîneyên neteweyî ve jî, li xwe bigire.


