Hewlêr (Rûdaw) - Çend rayedarên Amerîkî û çavkaniyên agahdar dan zanîn ku Serokê Amerîkayê bi rêya cîgirê xwe ji bo Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê nameyek şandiye û xwestiye ku dan û standin ji nû ve dest pê bikin.
Çend rayedarên Amerîkî û çavkaniyên agahdar ji rojnameya Wall Street Journalê re ragihand ku Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance pêwendî bi Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Muhsîn Rezayî re daniye.
Hat diyarkirin ku armanca vê pêwendiyê destpêkirina ji nû ve ya dan û standinan e ku Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî hilbijartinên nîvdemî yên hefteya bê gefa destpêkirina şer dixwe.
Medyaya Amerîkî Axiosê li ser zarê 3 çavkaniyên Amerîkî, Îsraîlî û herêmî eşkere kir ku welatên herêmê bi pêşengiya Qeterê di nav hewldaneke xurt a dîplomatîk de ne ku dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de ji nû ve dest pê bikin.
Armanca van hewldanan ew e ku piştî bidawîhatina hilbijartinên nîvdemî yên Kongreyê, rê li ber derketina şerekî nû û êrişa leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê were girtin.
Li gorî raporê, Qeter li ser wê yekê dixebite ku Tehranê razî bike ku destûrê bide lêkolerên Neteweyên Yekbûyî biçin serdana santralên nukleer ên bombebarankirî.
Li beramberî vê yekê Amerîka jî dê beşek ji cezayên li ser Îranê sivik bike.
Koordînasyona leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê
Sererkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamîr û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper roja duşemê bi rêya telefonê axivîn.
Her du fermandaran li ser êrişên muhtemel koordînasyonek danî.
Rayedarên Amerîkî û Îsraîlî dibêjin, eger peymanek neyê îmzekirin, tê çaverêkirin ku piştî hilbijartinên nîvdemî operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî serkirdayetî, sektora enerjiyê, santralên nukleerî û binesaziya Îranê were kirin.
Trump: Dan û standin bi rêya navbeynkaran tên kirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja çarşemê Pêşîn di hevpeyvîneke kurt a bi Axiosê re de got:
"Dan û standin bi rêya navbeynkaran bi rê ve diçin lê em nizanin dê encam hebe yan na.
Divê em vî erkî bi dawî bînin, çi bi rêya peymanekê be çi jî bi rêyeke din.
Di demeke nêzîk de dê diyar bibe bê ka dê dan û standin bi ser bikevin an na."
Di heman rojê de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser Xê peyamek weşand û got:
"Di demekê de ku hêzên me yên çekdar ên wêrek ji bo parastina niştiman di amadehiya tam de ne, Îran her tim derfetê dide serkeftina dîplomasiyê."
Rola welatên herêmê
Li pişt perdeya hewldanên dîplomatîk de Qeter bi piştgiriya Erebistana Siûdî, Misir, Tirkiye û Pakistanê dixebite.
Navbeynkarê Qeterî Elî Sewadî roja yekşemê li Tehranê bû ji bo ku çareseriyekê pêşkêş bike.
Çareserî li ser şertê Amerîkayê yê ji bo destberdana ji uranyuma dewlemendkirî ye û li beramber jî Îran daxwaza rakirina dorpêça deryayî û azadkirina pereyên xwe yên ragirtî dike.
Navbeynkaran ji Îranê re gotiye ku pejirandina vê pêşniyarê yekane rê ye ji bo dûrketina ji şerê piştî hilbijartinan.
Rayedarên Tehranê di bersivê de gotiye ku dê di çend rojên bê de erêkirina Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî li ser vê mijarê wergirin.
Her wiha rayedarên Erebistana Siûdî piştî vegera xwe ya ji Tehranê Koşka Spî ji tirsa Îraniyan a ji êrişa piştî hilbijartinan agahdar kiriye û ji Trump xwestiye ku di vebijêrka leşkerî de lezê neke.



