Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Koçberiyê ya Norwecê (UDI) ragihand ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed heta niha 113 welatiyên Sûriyeyê vegeriyane welatê xwe.
Ji van kesan 77 kes bi dilxwazî vegeriyane û 36 kes jî ji aliyê hikûmeta Norwecê ve hatine dersînorkirin.
Berpirsê Ragihandin û Çapemeniyê yê Saziya Koçberiyê ya Norwêcê Per-Jan Brekke amarên nû yên li ser vegera penaberên Sûriyeyî ji Rûdawê re eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya Brekke, niha li Norwecê 18 hezar û 455 welatiyên Sûriyeyê xwedî mafê rûniştinê û penaberiyê ne.
Alîkariya darayî ji bo kesên vedigerin
Per-Jan Brekke da zanîn ku ji 1ê Kanûna Paşîn a 2025an ve 77 welatiyên Sûriyeyê bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe û 36 kes jî hatine dersînorkirin.
Wî berpirsî li ser alîkariyên darayî yên ji bo vegera bi dilxwazî destnîşan kir ku her kesê beriya bidawîbûna dema dersînorkirinê vegere welatê xwe, 15 hezar kronên Norwecî (hezar û 377 euro) werdigire.
Lê eger kesek piştî temambûna dema diyarkirî daxwaza vegera bi dilxwazî bike, dê 5 hezar kronên Norwecî wergire.
Her wiha Saziya Koçberiyê ya Norwecê bilêtên balafiran dabîn dike yan jî hinek ji xerciyên geştê li xwe digire.
Rewşa yasayî ya Sûriyeyiyan li Norwecê
Li gorî zanyariyên ku Per-Jan Brekke dane, rewşa mayîna wan 18 hezar û 455 welatiyên Sûriyeyê yên li Norwecê bi vî rengî ye:
• Yekbûna malbatê: 6 hezar û 26 kes
• Mafê penaberiyê: 3 hezar û 845 kes
• Mafê niştecihbûna daîmî: 3 hezar û 284 kes
• Niştecihbûnên nû: 5 hezar û 175 kes
• Cureyên din ên manê: 125 kes



