Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku pêvajoya vekişandina hêzên wan a ji Îraqê didome û ragihand ku vekişîna hêzên wan nîşaneya bihêzbûna Pêşmerge û artêşa Îraqê ye.
Li gorî wezaretê, ev gav li gorî wê lîsteya demê ye ku berê bi hevbeşî ji bo bidawîkirina operasyonên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya li Îraqê hatibû diyarkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê berbanga îro ji Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî û got:
"Ev guherîn nîşaneya bilindbûna şiyanên hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Pêşmergeyên Kurdistanê ye. Her wiha nîşan dide ku Îraq û Amerîkayê di pêwendiyên xwe yên dualî de rûpeleke nû û girîng vekiriye."
Bidawîbûna mîsyona 12 salan
Roja 30ê Îlonê dema dawî ya vekişîna Hêznê Koalîsyonê ya ji baregehên leşkerî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê ye.
Ev biryar piştî 12 salan ji perwerdekirina hêzên ewlehiyê û beşdarbûna di şerê li dijî DAIŞê yê li Îraqê de tê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destnîşan kir:
"Hevkariya me ya serkeftî ya bi Îraqê re şiyana DAIŞê ya pêkanîna operasyonên li Îraq û Sûriyeyê û belavkirina tundiyê ya li herêmê û cîhanê gelekî kêm kir.
Amerîka pêbendî avakirina hevkariyeke aborî û ewlehî ya bihêz û bikêrhatî ya bi hikûmeta Îraqê re ye."
Hûrgiliyên vekişînê û merasîma li Bexdayê
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan 28ê Îlona 2026an ji Rûdawê re axivîbû.
Wî hûrgiliyên vekişîna hêzên Koalîsyonê, merasîma fermî ya girtina baregeha Koalîsyonê û lidarxistina "Konferansa Serweriyê" eşkere kiribûn.
Sebah Numan li ser vekişîna hêzan a ji Herêma Kurdistanê got, "Amerîka û Koalîsyon niha di qonaxa vekişînê de ne.
Koalîsyon bi hevahengiya bi ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar re ji Hewlêrê vedikişin."
Berdevkê Fermandarê Giştî dema bidawîbûna vekişînê destnîşan kir û got:
"Ev vekişîn 30ê Îlonê bi dawî dibe. Li Bexdayê jî bi helkefta bidawîbûna Koalîsyona Navneteweyî ya li Îraqê merasîmeke mezin tê lidarxistin."
"Leşkerekî biyanî jî li Îraqê namîne"
Sebah Numan li ser pirsa Rûdawê ya ku gelo vekişîn hemû hêzên li Hewlêrê jî li xwe digire got:
"Vekişîn hemû hêzên Koalîsyona Navneteweyî li xwe digire. Piştî 30ê Îlonê leşkerekî biyanî jî li ti cihên Îraqê namîne."
Berdevkê Fermandarê Giştî li ser merasîma bidawîbûna erka Koalîsyonê ya li Bexdayê da zanîn ku merasîm dê bi serpereştiya rasterast a Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê pêk bê û got:
"Merasîm dê li ofîsa Fermandarê Giştî be. Ev yek jî bi helkefta bidawîbûna erk û girtina fermî ya baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî ye."
Sebah Numan eşkere kir ku piştî pîrozbahiyê dê bi serpereştiya Serokwezîrê Îraqê "Konferansa Serweriyê" were lidarxistin û wiha pê de çû:
"Ev konferanseke mezin e ji bo pîrozkirina bidawîbûna erkê wan an wergirtina temam a serweriyê. Konferans dê 1ê Çiriya Pêşîn be û dê ji bo hemû serkirde û hêzên siyasî yên Îraqê vexwendina fermî were şandin."



