Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser vekişîna hêzên Koalîsyonê ya ji Îraqê got, " Divê Îraq ewlehiya hemû welatiyên xwe biparêze."
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di civîna çapeniyê de pirsa Rûdawê bersivand.
Dujarric ragihand ku parastina canê welatiyan li seranserê xaka Îraqê berpirsyariya yekem a hikûmeta Bexdayê ye.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ev berpirsyarî bi taybetî di vê qonaxê de derdikeve pêş ku Hêzên Hevpeymanan (Koalîsyon) dest bi vekişînê dikin.
Ev daxuyaniya Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di demekê de ye ku tê çaverêkirin sibe Hêzên Hevpeymanan ên bi serkêşiya Amerîkayê bi awayekî fermî ji Îraqê vekişin.
Bûye sedema dilgiraniyê
Ev gav di nav aliyên siyasî û xelkê Herêma Kurdistanê de bûye sedema dilgiraniyê.
Ew ditirsin ku ev vekişîn bibe sedema çêbûna valahiyeke ewlehiyê.
Her wiha metirsî heye ku komên tundrew ên wekî DAIŞê vegerin û pergala parastinê ya li hemberî êrişên derve nemîne.
"Biryareke serwerî ye"
Dujarric bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê li Neteweyên Yekbûyî Namo Ebdula ya li ser van metirsiyan da û got:
“Biryara vekişandina leşkerên Amerîkayê biryareke serwerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.
Em agahdar in ku di vê derbarê de bi hikûmeta Îraqê re dan û standin hebûye.”
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku êdî nabe erkê parastina welatiyan tenê li ser milê hêzên navneteweyî be.
Wî destnîşan kir ku hikûmeta Îraqê jî wekî her dewleteke din erka wê ya sereke ew e ku silametiya hemû welatiyên xwe li seranserê xaka xwe garantî bike.


