Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan bi rêya navbeynkaran bi Îranê re gotûbêj kirine.
Donald Trump piştrast kir ku ew dê di vê mijarê de bi lez bi ser kevin.
Her wiha Trump ji ber berdana çend gumanbaran bi tundî Brîtanya rexne kir û red kir ku wî pêşniyara firotina çekan dabe Çînê.
"Em dê bi lez bi ser kevin"
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro eşkere kir ku tîma wî bi rêya navbeynkaran bi Îranê re gotûbêjan dike.
Trump amaje bi wê yekê kir ku ew naxwaze agahiyên hûrgilî û diyarkirî li ser bipêşketina gotûbêjan eşkere bike.
Lê belê Trump got ku Amerîka dê di vê mijarê de "gelekî zû" bi ser keve û anî zimên:
"Li gorî min, em dê bi awayekî ji awayan bi ser kevin."
Rexneya li Brîtanyayê
Donald Trump di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser desteserkirin û serbestberdana 5 gumanbaran a li Brîtanyayê.
Tê gumankirin ku pêwendiya van kesan bi Îranê re heye.
Trump biryara serbestberdana wan a bi "kefaleta bêpere" bi tundî rexne kir û got:
"Dibe ku pêwendiya wan bi Îranê re hebe, ez bersivê dizanim û ez dikarim gelekî zelal bim lê ez tercîh dikim ku nebêjim."
Her wiha Trump matmayîbûna xwe ya li hemberî biryara Brîtanyayê nîşan da.
Trump diyar kir, eger ew biryarder bûya wî ew gumanbar ti carî serbest nediberdan, tevî ku hêzên ewlehiyê yên Brîtanyayê bi Amerîkayê re ji nêz ve xebitîne jî.
Li nêzîkî baregehekê hatibûn desteserkirin
Ew 5 gumanbar li nêzîkî Baregeha Fairfordê ya Amerîkayê ya li başûrê Brîtanyayê hatibûn desteserkirin.
Jinekê dîtibû ku ew bi rûpoşan di nav 3 mînîbusan de ber bi baregehê ve diçûn.
Polîsê Brîtanyayê destpêkê ragihandibû ku planeke terorîstî heye.
Trump firotina çekan a ji bo Çînê red kir
Trump li ser gotegotên firotina çekan a ji bo Pekînê jî axivî.
Trump ew îdia red kirin ku qaşo wî pêşniyar kiriye ku alavên leşkerî yên Amerîkayê bifiroşe Serokê Çînê Xi Jinping.
Trump da zanîn ku wî ti carî tiştekî wiha nebihîstiye û wî bawer kir ku mebesta balyoz ew bûye ku çekan bifiroşin Taywanê, ne Çînê.
Lê belê Trump anî zimên ku ji ber ku Amerîka alavan ji Çînê baştir çêdike, dibe ku kirîna çekên Amerîkayê ji bo wan ramaneke baş be.
Tevî vê yekê Trump tekez kir ku wan heta niha qet qala tiştekî wiha nekiriye.



