Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyara Îranê ya ji bo vekirina Tengava Hurmizê red kir.
Donald Trump ji alîkarên xwe re ragihand ku ew pêşbînî dike piştî hilbijartinên nîvê dewreyê yên Kongreyê yên 3yê Çiriya Paşîn bombebarana li Îranê ji nû ve dest pê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî roja înê li baregeha Neteweyên Yekbûyî ji rojnamegeran re ragihand ku wan pêşniyarek daye Amerîkayê ku heke were qebûlkirin dê di nava 7 rojan de Tengava Hurmizê were vekirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, “Eger sibe Amerîkî vê planê qebûl bikin, ew 7 roj dê ji sibe ve dest pê bikin.”
“Trump amade nîne cezayan rake”
Her çi qasî Eraqçî ji pêşniyara xwe piştrast be û bibêje “Em ti astengiyan li pêşiya bicihanîna wê nabînin” jî rayedarên Amerîkî ji navbeynkaran re ragihand ku Trump bi ti awayî amade nîne dorpêç û cezayan rake.
Koşka Spî diyar dike ku zextên aborî dê Tehranê neçar bikin ku şert û mercên Washingtonê yên ji bo rawestandina bernameya xwe ya nukleer qebûl bike.
Donald Trump jî roja sêşemê li Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku ew nahêle mijara hilbijartinan bandorê li biryarên wî yên li dijî Tehranê bike û got:
“Tenê tiştekî girîng heye, ew jî ew e ku divê Îran ti carî nebe xwediyê çeka nukleer.”



