Dusseldorf (Rûdaw) - Piştî serkeftina çepgiran di hilbijartinên herêmî yên Berlînê de, zêdebûna pirsgirêkên siyasî û serkeftina rastgiran li du eyaletan, nêrînên welatî û koçberên Kurd ên li Berlîna paytexta Almanyayê li ser paşeroja siyasî û pirsgirêkên xizmetguzariyê ji hev cuda ne.
Li serê van pirsgirêkan jî bihabûna kirêya xaniyan û bihêzbûna rastgiran heye.
Koçberên Kurd ên li Berlînê balê dikişînin ser pirsgirêkên xwe û paşeroja jiyana xwe ya li Almanyayê.
Xesro Bozan ku welatiyekî şêniyê Berlînê ye bal kişand ser zêdebûna lêçûna jiyanê û got:
“Beriya 5 salan min ji bo xerciya gaz û elektrîkê 70 euro dida lê niha gelekî bihatir bûye.”
Li aliyê din, pirsa kêmbûna xaniyan û zêdebûna kirêyan bûye yek ji dilgiraniyên sereke yên şêniyên Berlînê.
Dr. Şukru Gulerê şêniyê Berlînê ragihand:
“Tiştê herî girîng ew e ku li Berlînê kar zêdetir be û xanî zêdetir bin.
Salane 35 hezar kesên nû tên Berlînê, lewma xanî pêwîst in.”
Beşek ji ciwan û welatiyan di wê baweriyê de ne ku Partiya Çep dikare rewşê li gorî berjewendiya xelkê biguhere û sînorekî ji bo biryarên şirketên mezin ên xaniyan deyne.
Keçeke ciwan a li Berlînê li ser vê mijarê got:
“Dixwazin kirêya xaniyan were kêmkirin û her tişt ew qas biha nebe.
Her wiha divê şirketên mezin nikaribin hemû daîreyan bikirin û pir biha bifiroşin.”
“Ji sedî 70yê şêniyên Berlînê penaber in”
Beşeke din a welatiyan tirsa xwe ya li ser bihêzbûna baskê rastgir ê tund anî zimên û diyar kir ku bihêzbûna wan metirsiyê li ser bihevrejiyan û paşeroja koçberan çêdike.
Arî Sabir ku şeniyekî din ê bajarê Berlînê ye ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re axivî û got:
“Mayîna çepgiran a li Berlînê mayîna Berlînê bixwe ye ji ber ku ji sedî 70yê şêniyên Berlînê penaber in.
Niha tirsa ji rastgiran gelekî mezintir bûye.
Ez ne amade me li welatekî bijîm ku ez an zarokên min bibin welatiyê pileya 2yan.
Her dema ku Berlîn bikeve destê rastgiran, Berlîn wekî berê namîne.”
Ji bilî mijara xaniyan û rewşa siyasî, daxwazên din ên Kurdên li Berlînê başkirina binesaziya bajêr, hêsankirina rahênana pîşeyî û peydakirina derfetên zêdetir ên kar in.


