Dusseldorf (Rûdaw) - Siyamend Haco da zanîn ku sîstema siyasî li ber guherîneke mezin e û welatî berê xwe didin partiyên nû û yên mixalefetê.
Birêvebirê Navenda Ewropayê ya Lêkolînên Kurdî ya li Almanyayê Siyamend Haco li ser têkçûna hevsengiyên kevn ên siyaseta Almanyayê got:
"Pêdiviya Almanyayê bi tiştekî nû heye.
Partiyên klasîk ên wekî Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Xiristiyan Demokratên ku piştî Şerê Duyem ê Cîhanê desthilatdar bûn, asê mane û hevsara desthilata wan sist bûye."
Siyamend Haco da zanîn ku rewşa aborî û mijara koçberan rasterast bandor li reftara dengdêran kiriye.
Haco diyar kir ku piştî sala 2015an û hatina pêla mezin a penaberan, beşek ji Almanan sedema xirabbûna rewşa aborî bi mijara koçberan ve girê didin û anî zimên:
"Ev yek jî bûye sedema bihêzbûna partiyên rastgir ên populîst ên wekî AfDyê."
Siyamend Haco bal kişand ser dabeşbûna nû ya di navbera bajarên mezin û derdora wan de û eşkere kir:
"Li Berlîn û bajarên mezin ciwan û tebeqeyên bin 40 salî bêhtir deng didin Partiya Çep û Partiya Keskan lê li bajarok û derdora bajaran deng ber bi AfDyê ve diçin.
Ev jî nîşaneya nerazîbûneke kûr a ji partiyên desthilatdar ên kevneşopî ye."
Herêma Berlînê ji ber pêgeha xwe ya jeopolîtîk û hebûna hejmareke zêde ya Kurdan û raya Kurdî ya li Almanyayê, wekî yek ji navendên girîng ên biryara siyasî û rewşenbîrî ya Kurdan a li Ewropayê tê hejmartin.


