Hewlêr (Rûdaw) - David Perdue da zanîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevdîtinên xwe yên bi Serokê Çînê Xi Jinping re de diyar kiriye ku hevkariya Pekînê ya Îranê "nayê qebûlkirin."
Balyozê Amerîkayê yê Çînê David Perdue îro ji kanala CNBCyê re axivî û da zanîn ku mijara îhtimala piştgiriya Çînê ya ji bo Îranê gelek caran di gotûbêjên navbera her du welatan de hatiye rojevê.
David Perdue diyar kir ku ev mijar di hevdîtina roja pêncşemê ya li Koşka Spî ya navbera Trump û Xi Jinping de jî careke din hatiye nirxandin û got:
“Me çend hefte berê bi rengekî gelekî zelal ji wan re ragihandibû ku alîkariya ji bo Îranê were pêşkêşkirin, çi bi awayekî rasterast be çi nerasterast be, çi bi rêya agahiyên îstixbaratî be an jî bi rêya kel û pelên leşkerî be, bi temamî nayê qebûlkirin.
Serok Trump jî doh careke din ev peyam bi awayekî pir zelal gihand wan.”
Mijara Tengava Hurmizê
Perdue eşkere kir ku Washington dilgiran e ku Çîn bi awayekî nerasterast piştgiriya Îranê dike.
Di heman demê de ew li xwe mikur hat ku ti delîlên rasterast di destê Amerîkayê de nînin ku nîşan bide Pekînê ji bo girtîhiştina Tengava Hurmizê alîkariya Tehranê kiriye.
Balyozê Amerîkayê got, “Bi baweriya me piştgiriyeke nerasterast hebûye lê ti delîlên rasterast di destê me de nînin” û anî zimên ku Washingtonê hemû dilgiraniyên xwe gihandine Pekînê.
Perdue her wiha da zanîn ku Trump û Xi Jinping li ser vê yekê li hev kiriye ku divê Îran ti carî nebe xwediyê çekên nukleerî û pêwîst e Tengava Hurmizê jî vekirî bimîne.
Wî ev lihevtêgihiştin wekî “bipêşketineke girîng û berbiçav” bi nav kir.
Balyozê Amerîkayê ragihand ku Washington hest bi çend nîşaneyan kiriye ku diyar dikin Pekîn guh dide hişyariyên Amerîkayê û got:
“Me delîl dîtin ku wan guh daye me û dest ji hinek gavan berdaye.”
Pêwendiyên Washington û Pekînê
Trump û Serokê Çînê roja pêncşemê rêzehevdîtin pêk anîn û beşdarî şîveke fermî bûn.
Trump got ku pêwendiyên wan “ti carî di vê asta baş de nebûne” û di heman demê de anî zimên ku “her du welat nûnertiya du sîstemên bi temamî ji hev cuda dikin.”
Li aliyê din, Xi Jinping ragihand ku wan li ser bîr û baweriyên xwe “dan û standineke kûr û jidil” kiriye û li ser gelek mijaran gihîştine lihevtêgihîştineke hevpar.
Serokê Çînê destnîşan kir ku ev gotûbêj ji bo pêwendiyên di navbera Çîn û Amerîkayê de dibin sedema rêberiyeke nû ya stratejîk.
Pekîn û Tehran xwediyê “şirîkatiyeke stratejîk a berfireh” in ku bi taybetî li ser bingeha pêwendiyên aborî û hawirdekirina enerjiya erzan hatiye avakirin.



