Hewlêr (Rûdaw) - Li Filîpînê di êrişa bi çekê ya li dibistanekê de 6 xwendekar hatin kuştin û 17 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ku GMA Newsê spartiye Wezareta Bipêşketin û Refaha Civakî ya Filîpînê li bajarê South Cotabatoyê êrişeke bi çekê li dibistanekê hatiye kirin.
Li gorî tesbîtên destpêkê di êrişê de 6 xwendekar hatine kuştin û 17 kes jî bi giranî birîndar bûne.
Ji ber bûyerê li hemû dibistanên herêmê navber ji bo perwerdeyê hat dayîn.
Her çend li dibistanên Fîlîpînê êrişên bi çekan kêm bin jî ji Hezîranê ve 3 dibistan rastî êrişan hatin.
Xwendekarekî meha borî li dibistaneke bajarê Zamboangayê weşana zindî vekir û pêşî xwendekarekî din ê li pola xwe kuşt pişt re jî xwe kuşt.
Meha Hezîranê jî di êrişa lîseyeke li Taclobanê de herî kêm 3 xwendekar hatin kuştin û nêzîkî 20 kes birîndar bûn.
Di êrişê de 2 xwendekaran gule li xwendekarên din reşandbûn.



