Hewlêr (Rûdaw) - Îdareya Amerîkayê erê kir ku bi bihayê 24,3 milyar dolaran 48 balafirên şer ên F-35 û amûrên din ên leşkerî bifiroşe Erebistana Siûdî.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan awayekî fermî agahî dane Kongreyê ku dê balafirên F-35 bifiroşin Erebistana Siûdî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Erebistana Siûdî bi vê firotina ku bihayê wê bi giştî 24,3 milyar dolar e, ji bilî 48 balafirên şer ên F-35 dê 49 motorên Pratt & Whitney F135-PW-100 û amûrên din ên pêwendîdar jî bikire.
Daxuyaniyê bal kişand ser wê yekê ku firotina van balafiran dê hevsengiya hêza leşkerî ya li herêmê neguhere.
Şirketên sereke û biryara Kongreyê
Şirketên sereke yên peymankar ên vê peymanê dê şirketên Lockheed Martin û Pratt & Whitney bin.
Li gorî “Yasaya Kontrola Firotina Çekan” a Amerîkayê, di firotina çekan welatên biyanî de dema nirxandin û liberrabûnê ya Kongreyê ji bo welatên endamên NATOyê 15 roj e û ji bo welatên ne endamên NATOyê jî 30 roj e.


