Parîs (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di qonaxa yekem a gera xwe ya Ewropayê de çû Fransayê û bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.
Her du welatan di warên parastin, enerjî û hewavaniya sivîl de 6 peymanên jihevtêgihiştinê îmze kirin.
Emmanuel Macron li Qesra Elyseeyê ya li Parîsê Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî pêşwazî kir û wan civînek li dar xist.
Di civînê de bihêzkirina şiyanên artêşa Îraqê, mijara enerjiyê û pêwendiyên Bexda û Parîsê hatin nirxandin, bi taybetî jî rewşa piştî vekişîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya 30ê Îlonê hat nirxandin.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî li ser serdanê ragihand:
"Giringiya vê serdanê ji du aliyan ve ye. Aliyê yekem ji pêwendiyên dîrokî yên di navbera Parîs û Bexdayê û asta hevkariya dualî ya her du welatan tê.
Aliyê duyem jî giringiya dema vê qonaxê ye ku herêm û cîhan tê re derbas dibin."
Di navbera her du welatan de 6 peyman hatin îmzekirin
Zeydî û Macron piştî civînan çavdêriya îmzekirina 6 peymanên jihevtêgihiştinê kir.
Peymanên herî girîng li ser hevahengiya stratejîk a di warê parastina leşkerî de, dabînkirina kel û pelên leşkerî ya ji bo Wezareta Parastinê ya Îraqê, hevkariya di warê hewavaniya sivîl de û dabînkirina gazê ya ji aliyê şirketa TotalEnergiesê ve ji bo sektora elektrîkê ya li başûrê Îraqê bûn.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fûad Husên jî bal kişand ser girîngiya peymanan û eşkere kir ku ev ji bo bihêzkirina binesaziya aborî û leşkerî ya Îraqê gaveke girîng e.
Qebareya bazirganiyê 2 milyar dolar derbas kiriye
Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Ferhad Elaedîn da zanîn ku qebareya bazirganiya salane ya di navbera Îraq û Fransayê de zêdetirî 2 milyar dolaran e û piraniya wê hinartina petrola Îraqê ya ji bo Fransayê ye.
Gera Ewropayê ya Elî Zeydî bi Fransayê dest pê kir û ew dê 15ê Îlonê here Almanyayê jî.
“Parastina leşkerî, enerjî û qonaxa piştî vekişîna Koalîsyonê” mijarên sereke ne ku Serokwezîrê Îraqê hewl dide li ser wan bi Ewropayiyan re bigihîje lihevtêgihiştin û peymanan.

_(1).webp&w=3840&q=75)

