Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump bi peyameke tund bersiva daxuyaniyên Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama da û ew wekî "serokekî bi temamî nezan" bi nav kir.
Trump her wiha bi tundî êrişî namzedê Demokratan ê eyaleta Michiganê kir û ji dengdêran xwest ku dengê xwe bidin namzedê Komariyan.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê platforma Truth Socialê nivîsî:
"Obama serokekî bi temamî nezan bû!
Wî bi milyaran dolar bac da Îranê û rê li ber wan xweş kir ku destê wan bigihêje çekên atomî."
Serokê Amerîkayê bal kişand ser têkçûna kampanyayên berê yên Obama û pê de çû:
"Wî digot Hillary Clintona gendel dê di hilbijartinan de bi ser bikeve û bi tundî bangeşe ji bo wê kir lê Hillary li her derê û bi her awayî têk çû.
Pişt re jî bi hemû hêza xwe bangeşe ji bo Kamala Harrisê kir û ew jî bi heman awayî têk çû."
Trump di berdewamiya peyama xwe de êrişî namzedê Demokratan ê Senatoyê yê li eyaleta Michiganê Ebdul Seyîd kir ku Obama piştgiriya wî dike û got:
"Niha jî Obama bangeşeyê ji bo cîhadiyekî ser bi Birayên Misilman ve dike ku kîn û nefreta wî li hemberî Cihû, reşik, Amerîkî û Trump heye û ew jî dê bi heman rengî têk biçe."
Trump her wiha da zanîn:
"Ew bijîşkekî sextekar e û birêvebirê cihekî ye ku wekî xirabtirîn klînîka li seranserî Amerîkayê tê dîtin.
Min bi ferqeke mezin li Michiganê biribû; min pîşesaziya otomobîlan vegerand, bingeha hêzên asmanî û hemû tiştên din vegerandin, her wiha min ji her demê zêdetir derfetên kar ava kirin."
Trump ji xelkê Michiganê xwest ku dengê xwe bidin namzedê Komariyan Mike Rogers û anî zimên:
"Xelkê Michiganê kesekî pozbilind, alîgirê sînorên vekirî, bijîşkekî sextekar û cîhadiyekî naxwaze ku bi eşkerebûna agahiyên zêdetir nav û dengê wî dê xerabtir bibe, ku agahiyên zêde jî li ser wî hene.
Dengê xwe bidin Mike Rogers! Ew ti carî we bêhêvî nake."
Ev berteka tund a Trump piştî wê yekê hat ku roja şemiyê Barack Obama li Detroita Michiganê û Clevelanda Ohioyê di du mîtîngên mezin de beriya hilbijartinên nîvdemî yên 3yê Çiriya Paşîn êrişên giran kiribûn ser birêvebiriya Trump.
Obama di gotara xwe ya li Michiganê de li hemberî wan êrişên ku li ser nav û baweriya wî ya olî tên kirin bi temamî piştgirî dabû Ebdul Seyîd.
Obama her wiha bi henek û tinazan rexne li projeyên nûjenkirinê yên Trump ên li Koşka Spî û daxwaza wî ya ji bo kel û pelên zêrîn girtibû û gotibû:
"Trump Koşka Spî wisa lê kiriye wekî ku Sedam Husên di nav koşkê de şaxeke xwaringeha Cheesecake Factoryê vekiribe."
Obama, Trump û Komarî bi berpirsyarê bihabûna jiyanê, alozî, gendelî û pêxistina şerekî nepêwîst tometbar kiribû û ji dengdêran xwestibû ku dawî li desthilata Komariyan a li Kongreyê bînin.



