Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îşev saet 23:00yan bi dema Kurdistanê, di El Clasicoya yekemîn a îsal de Barcelona û Real Madrid li Stadyuma Camp Nouyê werin pêşberî hev.
Ev maç di demekê de tê lîstin ku hinek çavkaniyên medyayê behsa gef û metirsiyên mezin ên li ser ewlehiya pêşbirkê dikin.
Medyaya Katalonyayê eşkere kir ku piştî qewimîna xwenîşandan, karên têkdanê û tundjiyê yên li çend navçeyên cuda yên bajêr, rewşa ewlehiyê ya herêmê têk çûye.
Polîsan ji ber wan bûyeran nêzîkî 100 kesî desteser kirine.
Bûyer doh bi şev ango şevek beriya vê maça girîng qewimîn.
Vê yekê nîqaşên li ser tedbîrên ewlehiyê yên maçê xistin rojevê.
Beriya ku aloziyên van rojên dawî derkevin jî, desthilatdarên Spanyayê ev maç wekî maçeke bi metirsî û tijî astengiyên ewlehiyê bi nav kiribû.
Êvara şemiyê li Qada Katalonyayê û deverên cuda yên navenda bajarê Barcelonayê, di navbera polîs û hejmareke xwenîşanderan de pevçûn derketin.
Ev pevçûn piştî wê yekê derketin ku bangewaziyên li ser torên civakî bûn sedema tundî û talankirinê.
Polîsê bajêr ragihand ku nêzîkî 100 kesî hatine desteserkirin ku 27 ji wan ciwan in.
Her wiha hat diyarkirin ku li 30 deverên cuda yên bajêr agir hatiye vêxistin û 14 navendên bazirganiyê rûbirûyî talankirin û têkdanê bûne.
Wezîra Karên Navxwe ya Katalonyayê Nuria Parlonê diyar kir ku di van bûyeran de gelek selikên gilêşê û cade hatine şewitandin.
Parlonê da zanîn ku ji aliyê hinekan ve li ser cadeyan asteng hatine danîn û wan kevir avêtine polîsan.
Her wiha piraniya firoşgeh û navendên bazirganiyê jî ji tirsa talanê hatine girtin.
Polîsê bajêr ji xelkê xwest ku ji Qada Katalonyayê û deverên nêzîkî wê dûr bikevin.
Çarenivîsa maçê
Rojnameya La Vanguardiayê nivîsand ku bi rêya înternetê banga kombûnê li xwenîşanderan hatiye kirin ku ev yek dişibe bûyerên ku li Fransayê qewimîbûn.
Medyaya Katalonyayê da zanîn ku heta niha li ser bipaşxistin an jî betalkirina dema lîstina El Clasicoyê ti hişyarî nehatine dayîn.
Lê belê rûdanên li bajêr ên di çend demjimêrên bê de dê çarenivîsa vê pêşbirkê bi temamî diyar bikin.



