Hewlêr (Rûdaw) - Li girava Sulawesiyê ya Endonezyayê gelê Torajayê têkiliyeke gelekî taybet bi mirinê re ava dike.
Dema ku kesekî wan ê hezkirî dimire, ew gelek caran bi salan di nav malbatê de dimîne û mîna ku sax be miamele pê re tê kirin.
Bixakspartina dawî ji bo Torajayan merasîmeke wisa ye ku carinan di tevahiya jiyana xwe de pereyan ji bo wê didin hev.
Tevî vê yekê jî piştî veşartinê jî mirî wekî parçeyekî jiyana rojane dimînin.
Li başûrê girava Sulawesiyê ya Endonezyayê yek ji gelên herî balkêş ên cîhanê dijî.
Tê texmînkirin ku îro nifûsa gelê Torajayê nêzîkî milyonekl ye. Ev gel bi awayekî bêhempa nêzîkî mirinê dibe.
Dema ku li wir mirovek dimire, carinan bi salan wekî endamekî malbatê dimîne.
Li cem Torajayan di navbera roja mirinê û roja veşartinê de demeke gelekî dirêj derbas dibe.
Ev dem ji bo gelek civakan nayê xeyalkirin lê piştî wê jî mirî wekî endamên girîng ên civakê tên qebûlkirin.
Rêya bav û kalên wan: Aluk todolo
Li gorî malpera "Southeast Asia Globe"ê, ev kulta taybet a mirinê ya Torajayan wekî "aluk todolo" tê naskirin. Wateya vê yekê "Rêya bav û kalên wan" e.
Li wê derê ev yek gelekî normal tê dîtin ku kesê mirî piştî mirina xwe jî di nav malbatê de bimîne.
Malbat her roj xwarin, vexwarin û heta cixareyan jî didin miriyên xwe.
Li gorî nûçeya BBCyê, mirî li odeyeke cuda ya malê carinan bi salan li ser textan tên danîn û heta destavên wan ên taybet jî hene.
Her wiha ser û çavên wan bi rêkûpêk tên paqijkirin û mîna mirovên sax kincan li wan dikin.
Zarokên wan jî bi vê rewşa taybet mezin dibin û ev ji bo wan gelekî asayî ye lewra Toraja bawer dikin ku miriyên wan di rastiyê de tenê "radizên".
Ji ber vê yekê hewl didin wan tevlî jiyana rojane bikin.
Ew bi miriyan re diaxivin, nûçeyên dawî ji wan re dibêjin û carinan wan bi xwe re derdixin meşê jî.
Tevî ku îro nêzîkî ji sedî 80yê Torajayan bûne Mesîhî an jî Misilman, "aluk todolo" hîn jî parçeyekî bawerî û rîtuelên wan e.

Merasîma cenazeyan sermiyanekê dixwaze
Bê guman sedemek heye ku çima di kulta Torajayan de di navbera mirin û veşartinê de carinan bi salan wext derbas dibe.
Li gorî baweriya wan, rihê kesê mirî tenê dema ku bi merasîmeke mezin were oxirkirin dikare aramiya hetahetayê bibîne.
Gelek caran ev merasîm çend rojan didomin û mesrefa wan digihîje 50 hezar dolarî.
Ev pere ji dahata navînî ya salane ya Endonezyayê deh qatan zêdetir e.
Ji ber vê yekê gelek Toraja di tevahiya jiyana xwe de ji bo mirina xwe bêtir pereyan berhev dikin ne ku ji bo jiyana xwe.
Rîtuela definkirinê ya bi navê "Rambu Solo" şahiya herî girîng a jiyana wan e.
Di vê şahiyê de çi qas ji destê wan were ew qas gamêş û berazan qurban dikin.
Li gorî baweriya wan, ev ajel di rêya çûna axretê de alîkariya miriyan dikin.
Mêvanên ji çar aliyên cîhanê ji bo vê merasîmê tên vexwendin.
Heke mêvan zêde bin, ev nîşan dide ku mirî dewlemend an jî girîng bûye.
Piştî merasîmê goştê ajelan li beşdaran tê belavkirin. Muzîk û reqs jî parçeyên sereke yên vê rîtuelê ne.
Bi rîtuela "Ma’nene"yê miriyên xwe paqij dikin
Tevî merasîma "Rambu Solo"yê jî mirî di nav malbatan de xwedî cihekî girîng in.
Her çend salan carekê rîtueleke din a bi navê "Ma’nene" tê lidarxistin. Wateya vê yekê "Xwedîlêderketina li bav û kalan" e.
Toraja miriyên xwe di bin erdê de defin nakin. Ew wan dixin darbestan û li şkeftan an jî gorên kevirî bi cih dikin.
Ji bo ku laş xera nebe piştî mirinê madeya formaldehîdê li wan didin. Ev made rê li ber rizîna laş digire.
Di rîtuela "Ma’nene"yê de xelk miriyên xwe ji darbestan derdixin û wan ji nû ve paqij dikin. Cilên nû li wan dikin û wan dixemilînin.
Li gelek gundên Torajayan kevneşopiyek heye ku miriyên xwe di nav gund de digerînin, mîna ku bi hev re derketibin meşê.
Ev rêz ji bo kesên ku beriya niha bi dehsalan mirine jî tê nîşandan.
Mirî careke din xwarin, vexwarin û cixareyan werdigirin. Di van merasîman de malbat bi miriyên xwe re wêneyên bîranînê jî dikişînin.

Ev kevneşopî hêdî hêdî winda dibe
Lê belê wekî gelek kevneşopiyên kevnar, ev rîtuel jî di bin bandora jiyana nûjen de lawaz dibe.
Zêdebûna hejmara kesên ku dibin Xiristiyan an Misilman û lezbûna jiyana nûjen bandorê li vê kevneşopiyê dikin.
Her çendî ji bo gelek civakan ev şêweya jiyanê xerîb be jî nêzîkbûna vî gelî ya li hemberî mirinê rêzdariyeke kûr heq dike.



