Hewlêr (Rûdaw) - Li Fransayê xwenîşandanên xwendekarên lîseyê yên ku ji ber kêmasiya mamosteyan, polên qerebalix, xerabbûna şert û mercên dibistanan û budceya perwerdeyê dest pê kiribûn, li seranserî Fransayê berdewam dikin.
Piştî ku xwenîşandan li hinek bajaran veguherîn pevçûnên bi polîsan re, nêzîkî 5 hezar kes hatin desteserkirin û li 400 lîseyan perwerde hat rawestandin.
Daxwazên xwendekaran çi ne?
Di xwenîşandanên ku meha borî li Parîsê dest pê kirin û di demeke kurt de li seranserî Fransayê belav bûn de xwendekar dixwazin kêmasiya mamoste û karmendan were çareserkirin.
Her wiha ew dixwazin hejmara xwendekarên di polan de were kêmkirin û şert û mercên avahiyên dibistanan werin başkirin.
Li gorî medyaya Fransayê, doh li Strasbourgê polîsan bi gaza rondikrêj midaxeleyî xwenîşanderan kir.
Xwendekaran li Marsîlyayê fîşekên hewayî avêtin polîsan û li Rennesê jî agir berdan konteynerên çopê.
Li Pantina nêzîkî Parîsê jî di navbera xwenîşander û polîsan de pevçûn derketin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Fransayê Laurent Nunez eşkere kir ku ji roja duşemê ve nêzîkî 5 hezar kes hatine desteserkirin ku piraniya wan ciwan in.
Hat ragihandin ku roja îniyê ji ber bûyeran nêzîkî 400 lîse girtî bûn.
Wezîrê Perwerdeyê yê Fransayê Edouard Geffray da zanîn ku di xwenîşandanan de 65 xebatkarên perwerdeyê birîndar bûne ku 40 ji wan birêvebirên dibistanan in.
Sendîkayên mamosteyan jî ji bo 6ê Çiriya Pêşîn banga grevê kir.
Xwendekar dibêjin ku midaxeleya polîsan gelekî tund e.
Li ser tohmetên hinek rêxistinên mafan ên ku dibêjin li dijî xwenîşanderên biçûk cop, gaza rondikrêj û guleyên plastîk hatine bikaranîn lêpirsîn hatin destpêkirin.
Budceya perwerdeyê û enflasyon
Xwendekarên xwenîşander li ser çavkaniyên ku ji bo pergala perwerdeyê hatine veqetandin daxwazên xwe tînin zimên.
Li gorî pêşnûmeya budceya 2027an a hikûmetê, tê pêşbînîkirin ku budceya perwerdeyê ji sedî 1,7 zêde bibe û derkeve 65,53 milyar ewroyî lê tê çaverêkirin ku ev zêdebûn di bin enflasyonê de bimîne.
Xwendekar diyar dikin ku veberhênanên têrnekirî yên ku bi salan e berdewam dikin, bûne sedema polên qerebalix, kêmasiya mamosteyan û avahiyên bêxwedî yên dibistanan.
Hikûmet: Bûye pirsgirêka aramiya giştî
Hikûmet jî dibêje ku xwenîşandan ji daxwazên xwendekaran derbas bûne.
Wezîrê Dadê yê Fransayê Gerald Darmanin destnîşan kir ku xwenîşandan "ji xwenîşandanên xwendekarên lîseyê veguherîne pirsgirêka aramiya giştî."
Geffray jî îdia kir ku komên nexwendekar tevlî çalakiyan bûne.
Çavkaniyên hikûmetê û yekîneyên îstixbaratê îdia dikin ku rola partiya çepgir a La France Insoumise (LFI) (Fransaya ku Serî Natewîne) di belavbûna xwenîşandanan de heye.
LFIyê ev tohmet red kirin û eşkere kir ku ew piştgiriyê didin xwenîşandanên bêyî tundiyê.
Hat ragihandin ku di dema xwenîşandanan de agir bi Lîseya Nelson Mandelayê ya li Nantesê ketiye û zêdetirî 2 milyon ewroyî zerer gihîştiye dibistanê.
Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê eşkere kir ku li gelek bajaran derî û dîwarên dibistanan jî zerer dîtine.
Ev xwenîşandan di demekê de ne ku nêzîkî 6 mehan ji hilbijartinên Serokkomariya Fransayê yên sala bê re mane û hikûmetê plana budceya 2027an eşkere kiriye ku armanca wê kêmkirina xerciyên giştî ye.


