Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hişyariya xwe ya ji bo welatiyên biyanî û dîplomatan ducare kir da ku Kîevê biterikînin û neçin Ukraynayê.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku artêşa Rûsyayê dê êrişên xwe yên li ser armancên leşkerî yên li Kîev û bajarên din ên Ukraynayê bidomîne.
"Li Ukraynayê nemînin"
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de ev hişyarî hat dayîn:
"Hêzên Çekdar ên Rûsyayê dê êrişên xwe yên tolhildanê yên dijwar bidomînin.
Em careke din hişyariyê didin welatiyên biyanî, di nav de personelên mîsyonên dîplomatîk jî ku li Ukraynayê nemînin û neçin wî welatî."
Hat bibîranîn ku Rûsyayê meha gulanê jî bangî welatiyên biyanî û dîplomatên li Kîevê kiribû ku wî bajarî biterikînin.
Rûsyayê her wiha ji kesên li Ukraynayê dijîn jî xwestibû ku ji dezgehên binesaziya leşkerî û îdarî dûr bisekinin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku li Kîevê gelek balyozxane kar û barên xwe didomînin û rayedarên biyanî hîn jî serdana Ukraynayê dikin.



