Swêd (Rûdaw) - Swêdîro yek ji hilbijartinên giştî yên herî hestiyar ên dîroka xwe dike.
Xelkê Swêdê dê ji bo parlamento (Riksdag), herêm û şaredariyan biçe ser sindoqan.
Têkoşîn û hevrikiya di navbera bereyên çepgir û rastgiran de gelekî tund e.
Tora Medyayî ya Rûdawê bi rêya bernameya "Diyaspora"yê rûmaleke berfireh a vê proseyê dike.
Rûdawê bi namzedên Kurd ên herî diyar, siyasetmedarên Swêdê û Kurdên diyasporayê re hevpeyvînên taybet kirin.
Pirsgirêkên sereke yên vê hilbijartinê li ser sê xalan disekinin.
Ew jî aborî (rêjeya bêkariyê gihîştiye ji sedî 7,8an), xizmetguzariyên giştî û zêdebûna rêjeya tawanê ne.
Rêjeya tawanê ji milyonekê ya di sala 2010an de, di sala 2025an de derketiye 1,5 milyonî.
Namzedên Kurd ên Swêdê
Partiya Sosyal Demokrat dixwaze vegere desthilatê. Di nav vê partiyê de gelek namzedên Kurd hene.
Bernameya Diyasporayê bi hinek ji wan namzedan re hevpeyvîn kirin:
Kadîr Kasirga: Parlamenter û namzedê hejmar 5 ê parlamentoyê Kadîr Kasirga, ji Diyasporayê re axivî.
Kadîr Kasirga got, eger hikûmet bi serokatiya Magdalena Anderssonê were avakirin, îhtimaleke gelekî mezin heye ku Kurdek bibe wezîr.
Kasirga bal kişand ser Lawîn Rêdarê ku berdevka partiya wan a ji bo karûbarên entegrasyonê ye.
Wî diyar kir ku ew ji bo wê postê namzedeke bihêz e.
Kasirga her wiha hêvî kir ku heta sala 2030yî hejmara namzedên Kurd bibe 300 heta 400 kesî.
Hana Emîn: Namzeda ciwan a 25 salî Hana Emînê ji bernameya Diyasporayê re ragihand ku ciwanên Stockholmê di nav krîza xaniyan de ne.
Li gorî gotina wê, ji 10 ciwanan 9 ji wan dixwazin bibin xwediyê mala xwe lê nirx gelekî giran in.
Hana Emînê rexne li hikûmeta rastgir girt û diyar kir ku wan tenê xizmeta dewlemendan kiriye.
Wê her wiha got ku nabe ew koçberên ku dixebitin û fêrî ziman dibin werin cezakirin.
Hana Emînê anî zimên, "Nabe kesên terorîst bibin xwediyê pasaporta Swêdê."
Seyran Eskerî: Zêdetirî deh salan e di wê partiyê de ye. Ew ji bo her sê astên parlamento, herêm û şaredariyan namzed e.
Rastgir hemû pirsgirêkên tawan û bêkariyê dixin stûyê koçber û "porreşan" lê Eskerî li dijî wan derdikeve.
Seyran Eskerî her wiha li dijî taybetkirina sektora tenduristî û perwerdeyê ye.
Koçer Weledbegî: Tekezî li ser parastina pergala xweşguzeraniya giştî dike.
Wî diyar kir ku li Swêdê 5 milyon karmend hene û 1,3 milyon ji wan koçber in.
Swêd hîn jî hewceyî 61 hezar karmendên din e. Weledbegî dixwaze bi rêya perwerdeyê rê li ber tawanên zarokên 7 heta 10 salî bigire.
Kîjan Kerîmî: Parêzera li Uppsalayê û namzeda parlamentoyê Kîjan Kerîmiyê qala çareserkirina pirsgirêkên nifşên duyem û sêyem ên ciwanên koçber kir.
Ew ciwan hest dikin ku hatine paşguhkirin. Kerîmiyê got, "Nabe zarokek ji ber navê xwe yan jî koka xwe hest bike ku li derveyî civakê ye."
Namzedên Partiya Kesk û Çepgir li ser ekrana Rûdawê
Şiwan Kerîm (Partiya Kesk): Namzedê bazneya Stockholmê Şiwan Kerîm ji bernameya Diyasporayê re axivî.
Wî ragihand ku projeyeke wî ya akademîk a bi navê "Ji Daristanên Swêdê heta Çiyayên Kurdistanê" heye.
Armanca projeyê ew e ku ezmûna parastina jîngehê derbasî Başûrê Kurdistanê bike.
Şiwan Kerîm got ku Partiya Kesk her tim piştgirî daye mafê çarenivîsa Kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê.
Nûjîn Alabacak (Partiya Çepgir): Namzeda hejmar yek a Şaredariya Huddingeyê Nûjîn Alabacak ji Rûdawê re axivî.
Alabacakê got ku wan 17 reform kirine. Yek ji wan reformên herî diyar, misogerkirina mafê xwendina bi zimanê dayîkê yê zarokên Kurd e (hefteyê saetekê).
Wê diyar kir ku eger li dibistanekê tenê zarokekî Kurd hebe jî, ew dê karibe bi zimanê xwe bixwîne.
Lîberal û paşeroja pêwendiyên Swêd û Herêma Kurdistanê
Di hevpeyvîneke taybet a bernameya Diyasporayê de, parlamenterê kevn ê Partiya Lîberal û dostê nêzîk ê Kurdan Fredrik Malm axivî.
Wî qala paşveçûna partiya xwe kir û ragihand, "Mana li desthilatê û dan û standinên bi rastgiran re baceke giran xwest."
Malm piştî xizmeta 20 salan, îsal nebû namzed. Wî hişyarî da û diyar kir ku niha metirsiya sereke ya li ser Kurdistanê dronên Îranê û milîsên Heşdî Şebiyê ne.
Malm pêşniyar kir ku rêya herî baş a ji bo bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê, kêmkirina girêdayîbûna bi Bexdayê ve ye.
Li gorî wî divê pêwendiyên rasterast ên aborî û bazirganî yên li gel Ewropa û şirketên Swêdî werin avakirin.
Bi taybetî jî ku li Hewlêrê nûnertiya Swêdê heye ev yek hêsantir e.
Wî her wiha qala Gulan Avciyê kir ku Kurd e û niha Seroka Partiya Lîberal a Stockholmê ye.
Dengê civakê
Rûdawê serdana Komeleya Pîr û Kalan a Kurdên li Stockholmê kir.
Serokê Komeleyê Pîrot Qadir ji Rûdawê re got ku ev navend ji bo gotûbêjên siyasî û derdkirina pîr û kalan cihekî bêhempa ye.
Beşdarên vê navendê ji ber serdema hikûmeta rastgiran rexneyên tund li giranbûna jiyanê û dijwariya xizmetguzariyên nexweşxane û dibistanan girtin.
Welatî hevdû teşwîq dikin da ku dengê xwe bidin Sosyal Demokratan û çepgiran ku ew wekî dostên kevn ên koçberan û Kurdan tên naskirin.
Kesayetiyê diyar ê navendê Selam Cizîrî, beşdarbûna di hilbijartinê de wekî erkeke niştimanî pênase kir.
Li aliyê din, girîngiya vê hilbijartinê wisa kiriye ku çavdêrên ji Herêma Kurdistanê jî tevlî bibin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Swêdê Şoriş Qadir Rehîm ji Rûdawê re ragihand ku çavdêrên Desteya Hilbijartinan a Kurdistanê ji bo şopandina vê proseyê gihîştine Swêdê.
Vê yekê ew kevneşopî vegerand ku berê Swêdê ji bo hilbijartinên Kurdistanê çavdêr dişandin.


