Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî leşkerî yê hikûmeta Yemenê ragihand ku Hûsiyan bajarê Muxayê yê li ser Deryaya Sor kontrol kiriye.
Wî berpirsî amaje bi wê yekê jî kir ku Hûsî ber bi herêmên kêleka Tengava Babulmendebê ve bi pêş ve diçin.
Wî berpirsê leşkerî ji AFPyê re ragihandiye ku Hûsî piştî kontrolkirina bajarê Muxayê, ber bi Babulmendebê ve diçin.
Di heman demê de şahidan behsa wê yekê kir ku çekdarên Hûsî bi şahî û dirûşmên 'Bimire Amerîka, bimire Îsraîl' çûne nav bajêr.
Êrişa bi mûşeka balîstîk
Wî berpirsî her wiha got ku Hûsiyan piştî êrişeke bi mûşeka balîstîk ku dûv re êrişeke bejahî bi rêya belemeke tijî çekdar li pey hat, dest daniye ser Girava Zuqerê ya Yemenê ya li başûrê Deryaya Sor.
Hûsiyan da zanîn ku hêzên asmanî yên Erebistana Siûdî nêzîkî 40 êrişên asmanî kirine ser çendîn parêzgehên Yemenê.
Ev yek rojekê piştî wê hat ku wan behsa zêdetirî 50 êrişên asmanî yên li ser çendîn deveran kiribû, bi taybetî li Teiz û Hudeydeyê ku li wir di navbera wan û hêzên hikûmetê de şer û pevçûnên tund berdewam dikin.
Zenga hişyariyê li Erebistana Siûdî
Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Erebistana Siûdî li bajarê Ebha û parêzgeha Xemîs Muşeytê yên li başûrê Erebistana Siûdî zengilê hişyariyê lêxist lê dûv re ew hişyarî rakirin.
Hevpeymaniya Ereban a bi serokatiya a Erebistana Siûdî êvara Çarşemê ragihand, Hûsî bi mûşekên balîstîk û dronan êrişên nû kirine.
Hevpeymaniyê tekez kir ku hêzên wan dê bersiva van êrişan bidin.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Riyadê, Hûsiyan şeva Duşemê çend caran êrişî bajar û dezgehên li başûrê rojavayê Erebistana Siûdî kiriye û ji ber vê yekê 73 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Peymana agirbestê di metirsiyê de ye
Ev hefteyek e Yemen di nav şer û pevçûnên tund ên di navbera Hûsiyan û hêzên hikûmetê re derbas dibe. Ev pevçûn ji peymana agirbestê ya sala 2022yan ve wekî şerê herî dijwar tê dîtin.
Li gorî amareke ku pişta xwe bi çavkaniyên her du aliyan ve girêdide, di van şeran de herî kêm 500 kes hatine kuştin ku piraniya wan çekdar in.
Tîrmeha borî Yemen careke din vegeriya navenda aloziyên herêmê.
Ev yek jî hevdemî destpêkirina şerê rû bi rû yê navbera Hûsiyan û Erebistana Siûdî bû di bin siya wî şerê ku di navbera Amerîka û Îranê de derketiye.
Ji sala 2014an ve Yemen noqî şerê navxwe bûye û wê demê Hûsiyan dest danî ser herêmeke berfireh a wî welatî ku ya herî diyar paytext Sana bû.
Sala paşê, hevpeymaniyeke leşkerî ya bi serokatiya Erebistana Siûdî ji bo piştgirîkirina hikûmeta ku ji aliyê navneteweyî ve hatiye naskirin desttêwerdana leşkerî kir. Bi vê yekê jî qeyran belavtir bû.



