Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Saxony-Anhaltê ya Almanyayê 6ê Îlonê hilbijartin hatin kirin.
Piştî hilbijartinan Hevpeymaniya Dadweriya Civakî û Têgihiştina Aborî (BSW) vexwendina Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) qebûl kir.
Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) serkeftiyê hilbijartinan e û dixwaze ji bo avakirina hikûmetê hevdîtinan bike.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Almanyayê, Desteya Birêvebir a Rêxistina BSWyê ya Saxony-Anhaltê vexwendina AfDyê qebûl kiriye.
Hat diyarkirin ku BSW dixwaze di hevdîtinan de li ser mijarên "enerjî, perwerde û polîtîkayên aştiyê" gotûbêjan bike.
Partiyên din vexwendin red kir
Her wiha hat ragihandin ku AfDyê partiyên din ên li parlamentoyê jî vexwendine hevdîtinan.
Lê belê Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU), Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Keskan ev vexwendin red kiriye.
AfD di hilbijartinên eyaleta Saxony-Anhaltê de bi ji sedî 43,8ê dengan bi ferqeke eşkere bi ser ket.
Di parlamentoya eyaletê de 83 kursî hene û AfD dê bi 39 parlamenteran cihê xwe bigire.
Di parlamentoyê de dê CDU bi 15, SPD, Partiya Keskan û Partiya Çep her yek bi 8 û BSW jî bi 5 parlamenteran werin temsîlkirin.



