Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên parêzgeha Palawanê ya li başûrê Fîlîpînê agir bi keştiyekê ket, di encamê de herî kêm 5 kes mirin û 87 kes jî winda ne.
Ajansa Nûçeyan a Xinhuayê li ser zarê hêzên parastina peravan a herêmî ragihand ku bûyer li nêzîkî parêzgeha geştyariyê ya Palawanê qewimiye.
Di keştiyê de 134 kes hebûn
Li gorî nûçeya medyaya herêmî ya Palawan Newsê, keştiya bi navê "MV June Aster" roja çarşemê dema ku şewitî 117 rêwî û 17 xebatkar hildigirtin.
42 kes hatin rizgarkirin
Berdevka Parastina Peravan a Fîlîpînê (PCG) Komodor Noemie Cayabyabê bi rêya daxuyaniyeke li ser Facebookê eşkere kir ku 42 kes hatine rizgarkirin.
Cayabyabê her wiha da zanîn ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo dîtina windayan berdewam dikin.
Tîmên rizgarkirinê yên Parastina Peravan a Fîlîpînê piştî wergirtina agahiyên şewatê yekser ber bi cihê bûyerê ve bi rê ketin.
Hat diyarkirin ku bûyerê bi qasî 2,2 kîlometreyan (1,2 mîlên deryayî) li bakurrojhilatê herêma Marcillayê ya li Corona Palawanê rû daye.
Rayedarên herêmê ji bo diyarkirina sedema derketina êgir lêpirsînê didomînin.



