Hewlêr (Rûdaw) - Karsazê Kurd Îbrahîm Doguş formayê Amedsporê siyarê Serokê Parlamentoya Brîtanyayê Sir Lindsay Hoyle kir.
Li Parlamentoya Brîtanyayê ji bo nûnerên cîhana karsaziyê resepsiyoneke mezin hat lidarxistin.
Ev bername ji aliyê karsaz û siyasetmedarê Kurd ê li Brîtanyayê Îbrahîm Doguş ve hat organîzekirin.
Serokê Meclisa Avamê ya Brîtanyayê Sir Lindsay Hoyle jî mazûvaniya vê bernameyê kir.
Zêdetirî 50 parlamenteran beşdar bûn
Nûnerên bilind ên şirketên cuda yên li seranserê Brîtanyayê beşdarî bernameyê bûn.
Her wiha zêdetirî 50 parlamenter, wezîr û serokên şaredariyan ên ji hemû partî û aliyên siyasî di resepsiyonê de amade bûn.
Formayê Amedsporê kir diyarî
Di çarçoveya bernameyê de, Îbrahîm Doguş formayê tîma Amedsporê diyarî Sir Lindsay Hoyle kir.
Hoyle bi kêfxweşî forma wergirt.
Wî daxwaza serkeftinê ji bo Amedsporê û di şexsê wê tîmê de ji bo hemû civaka werzişê kir.
Pêwendiyên xurt bi Parlamentoya Brîtanyayê re
Îbrahîm Doguş wekî hevalekî nêzîk ê Serokê Parlamentoyê Sir Lindsay Hoyle tê naskirin.
Her wiha pêwendiyeke wî ya xurt bi hemû partî û aliyên siyasî yên li nav Parlamentoya Brîtanyayê re heye.
Doguş bi salan e ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera civaka Kurd, cîhana karsaziyê û siyasetmedarên Brîtanyayê de dixebite.
Berê jî Lordekî Brîtanî formayê Amedsporê li xwe kiribû
Beriya niha Endamê Meclisa Lordan a Brîtanyayê Lord Maurice Glasman jî bi formayê Amedsporê vîdyoyek belav kiribû.
Pêşkêşkirina formayê tîmê ya ji bo Serokê Meclisa Avamê ya Brîtanyayê, wekî nîşana zêdebûna bal û piştgiriya ji bo Amedsporê ya li Brîtanya û seranserê cîhanê tê dîtin.


