Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber pirsgirêkeke teknîk a di sîstema trafîka asmanî ya Brîtanyayê de 1477seferên asmanî hatin betalkirin.
Malpera çavdêriya balafiran Flightradar24ê ragihand ku roja sêşemê li balafirgehên Brîtanyayê hezar û 300 sefer hatine betalkirin û roja çarşemê jî 177 seferên din hatine betalkirin.
Piraniya geştên ku roja çarşemê hatine betalkirin ên Balafirgeha Heathrowê ya Londonê bûn.
Saziya Xizmetguzariya Trafîka Asmanî ya Niştimanî ya Brîtanyayê ragihand ku şeva sêşemê pirsgirêka teknîk hatiye çareserkirin lê tîm hîn jî ji bo behiştina astengan kar dikin û ji bo asayîbûna rewşê dem pêwîst e.
Balafirgeha Heathrowê ji şeva sêşemê ve destpêkirina seferên çûnê ragihand.
Beriya niha ji ber pirsgirêka teknîk seferên hatinê hatibûn rawestandin lê balafirgehê hişyarî da û diyar kir ku tê pêşbînîkirin asteng berdewam bikin.
Bandor li bi deh hezaran rêwiyan kir
Balafirgeha Gatwickê ya li başûrê Londonê û her wiha balafirgehên Liverpool, Birmingham û Edinburghê jî ketin ber bandora pirsgirêkê.
Di heman demê de Balafirgeha Dublinê ya li Îrlandayê jî betalkirina bi dehan seferan ragihand.
Hêlên Asmanî yên Brîtanyayê (British Airways) neçar ma ku zêdetirî 100 seferan betal bike yan jî berê wan biguhere. Vê yekê bandor li bi deh hezaran rêwiyan kir.
Her wiha, şirketa Ryanairê ragihand ku wan zêdetirî 50 geştan betal kirine û ji ber vê yekê zêdetirî 65 hezar rêwiyan rastî astengan hatine.



