Bremen (Rûdaw) - Civaka Kurdan a ji bo Hînkarî û Perwerdeyê (Hînkarî e.V.) li bajarê Bremenê yê Almanyayê ji bo zarokan şahiyek li dar xist.
Serokê Hînkarî e.V.yê Dr. Zerdeşt Haco di çalakiyê de axivî û got, "Xebat û têkoşîna me ya ji bo bipêşxistin, pejirandin û fermîkirina zimanê me li Almanyayê erkekî pêwîst e."
Ev çalakiya ji bo perwerde û hîndekariya zarokan, 6ê Îlona 2026an li Kolana Maria-Krugerê ya Bremenê bi amadebûna malbatên Kurd û zarokên wan hat lidarxistin.
Dr. Zerdeşt Haco ku li seranserê Almanyayê kesayetiyekî naskirî yê Kurdan e, di merasîmê de spasiya beşdaran û malbatan kir.
Haco di axaftina xwe de qala girîngiya zimanê dayîkê kir û anî zimên ku divê Kurd di her warî de xwedî li zimanê xwe derkevin.
"Armanc fêrbûna zimanê dayîkê ye"
Zerdeşt Haco bal kişand ser xebatên li ser zimanê Kurdî û got:
"Divê ev yek her tim di bîra me de be, Komeleya Hînkariyê yek ji rêxistinên me ye ku hemû hewldanên xwe dike da ku her zarokê Kurd di dibistanên Almanyayê de li kêleka zimanê Almanî, hînî rêziman û rastnivîsa zimanê dayîka xwe ango zimanê Kurdî jî bibe."
"Zimanê dayîkê jixwebaweriyê xurt dike"
Dr. Zerdeşt Haco destnîşan kir ku zimanê dayîkê bingeha bipêşketina kesayetiyê ye û wiha pê de çû:
"Îro êdî her kes dizane ku ji bo hînbûna çêtir a her zimanê din, hînbûna zimanê dayîkê bingeheke sereke ye.
Ne tenê ev, zimanê dayîkê jixwepiştrastî û jixwebawerî ye, ew kesayetiya zarokan xurttir û bihêztir dike.
Ez li vir careke din bangî we dikim û dibêjim; zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye.
Hûn zarok, hûn ronahî û paşeroja civaka Alman a ku em tê de dijîn û ronahî û paşeroja neteweya me ne."
Spasî ji bo mamosteyên Kurdî
Zerdeşt Haco her wiha spasiya endamên komîteya birêvebir a çalakiyê û her du mamosteyên Kurdî Emîn Akbaş û Ronî Stêrk kir ku di vê xebatê de kedeke hêja daye.
Dr. Zerdeşt Haco ji salên 70yî ve li Almanyayê dijî û bi xebatên xwe yên li ser ziman û çanda Kurdî tê naskirin.
Haco yek ji damezirênerên sereke yên Navenda PENa Kurd e. Wî salên dûr û dirêj serokatiya vê saziyê kiriye û niha jî Serokê Rûmetê yê PENa Kurd e.
.jpeg&w=3840&q=75)


