Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku nûnerên taybet ên Donald Trump ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê li Moskowê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civiyan û ew li ser "planeke girîng" axivîn.
Berpirsekî Koşka Spî diyar kir ku nûnerên Serokê Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner di hevdîtina xwe ya li Moskowê de gavên sereke yên peymana aştiyê bi Putin re nirxandin.
Tê çaverêkirin ku hûrgiliyên vê peymanê di hefteyên bê de werin eşkerekirin.
Wî berpirsî her wiha da zanîn ku nûner dê îro li bajarê Kîevê bi serkirdayetiya Ukraynayê re jî hevdîtineke "berhemdar" bikin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy berê ragihandibû ku Kîevê êrişên xwe yên asmanî rawestandine.
Her wiha ji bo parastina ewlehiya asmanî bi Moskowê re hevahengî hatiye kirin da ku dan û standinkarên Amerîkayê bi silametî bigihêjin herêmê.
Hewlên Trump ên ji bo aştiyê
Birêvebiriya Trump di hefteyên dawî de hewlên xwe yên dîplomatîk zêde kirine da ku dawî li şerê Ukraynayê bîne ku ji sala 2022yan ve didome.
Steve Witkoff û Jared Kushner wekî nûnerên taybet ên Koşka Spî di van hewlan de roleke sereke dilîzin.
Zelenskyy got ku Kîev amade ye pêşniyarên cidî binirxîne da ku li ser bingeha bijareyên guncav, berî hilbijartinên kongreyê yên Amerîkayê (03.11.2026) şer bi dawî bibe.



