Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê ragihand ku piştî ku Îranê 2 keştiyên şer ên Amerîkayê kirine hedef wan 3 tankerên Artêşa Pasdaran îmha kirine.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Artêşa Pasdaran a Îranê li herêmê mûşekên balîstîk avêtine 2 keştiyên şer ên fîloya Amerîkayê.
Li gorî daxuyaniyê, piştî vê êrişa Îranê 3 tankerên petrola xav ên Îranê hatine hedefgirtin.
Keştiyên Amerîkayê xilas bûn
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku keştiyên Amerîkayê ji êrişa Îranê bi silametî xilas bûne.
Her wiha hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê li peravên Girava Xargê 2 tankerên petrola xav ên Îranê ji holê rakirine.
Di heman demê de hêzên Amerîkayê li Kendava Umanê jî tankereke Îranê îmha kiriye.



