Stockholm (Rûdaw) - Diyasporaya Kurdan bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên Swêdê re, li wî welatî girîngiyeke taybet dide mijara dengdanê û guhertinên siyasî û civakî.
Endamên Komeleya Kal û Pîrên a Kurda a Stockholmê ji Rûdawê re qala bandora rastgiran, xizmetguzarî, perwerde û tenduristiyê kirin.
Endamên Komeleya Kal û Pîrên a Kurda a Stockholmê wekî gelek koçberên Kurd bi kelecan rewşa siyasî ya welêt dişopînin.
Wan da znîn ku beşdariya wan a di pêvajoya demokrasiyê de bandoreke rasterast li ser jiyana wan a rojane û paşeroja nifşên nû heye.
"Em qala çarenivîsa xwe û siyasetê dikin"
Serokê Komeleya Kal û Pîran Pîrot Qadir li ser girîngiya navenda wan axivî û got:
"Mînaka vî cihî li hemû Swêdê nîne. Ev der komeleya kal û pîran û kesên temenmezin e.
Em li vê derê tim hevdû dibînin û tenêbûn zehmet e. Em li vê derê bi hev re derdê xwe dibêjin û qala çarenivîsa xwe û siyasetê dikin."
"Ji ber desthilata rastgiran tişt biha bûn"
Mijara sereke ya Kurdên diyasporayê di vê hilbijartinê de zêdetir li ser xizmetguzariyên civakî, dibistan, nexweşxane û pergala tenduristiyê ye.
Yek ji beşdaran qala cudahiya siyaseta partiyan kir û got:
"Partiya Çepgir û Sosyal Demokratan tim dostên Kurdan û koçberan in.
Di van 4 salên borî de ji ber desthilata rastgiran tişt biha bûn û cudakarî çêbû. Bi taybetî jî di warê nexweşxane, dibistan û xizmetguzariyan de."
Pirsgirêka Kurdan û mafên koçberan
Di heman demê de welatiyekî din ê ku beşdarî nîqaşê bûbû, tekezî li ser pêwîstiya dengdana bi çepgiran kir û got:
"Divê em dengê xwe bidin wan kesên ku ji azadî û mafên koçberan fêm dikin û piştgiriyê didin Pirsgirêka Kurdan, ne wan kesên ku cudakariyê dikin."
Selam Cizîriyê ku li Stockholmê dijî jî amaje bi wê yekê kir ku beşeke berçav a Kurdên Swêdê di jiyana rojane de tevlî civakê bûne.
Wî da zanîn ku ew beşdariya çalak a di hilbijartinan de wekî erkeke xwe dibînin.


