Dusseldorf (Rûdaw) - Di hilbijartinên giştî yên Swêdê de, hebûna Kurdan bi awayekî berbiçav zêde bûye û zêdetirî 200 Kurdan xwe namzed kiriye.
Her wiha çavdêrên hilbijartinê yên ji Herêma Kurdistanê çavdêriya hilbijartinên Swêdê dikin.
Parlamenterê Kurd ê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Kadîr Kasirga ji bernameya Diyasporayê ya Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rola Kurdên li Swêdê di qadên cuda de bi pêş ketiye û got:
"Kurdên li Swêdê beşeke girîng a civaka Swêdê ne.
Di huner, çand, siyaset û bazirganiyê de li gelek cihan hebûna wan heye.
Ciwan û kesayetiyên Kurd bi rêya siyasetê dixwazin ji bo avedanî û xweşguzeraniya civaka Swêdê berpirsyariyê hilgirin."
Kadîr Kasirga bal kişand ser hejmara zêde ya namzedên Kurd û anî ziman:
"Li piraniya bajaran namzedên Kurd di lîsteya Sosyal Demokratan de hene û hejmara wan ji 200 kesî zêdetir e.
Cihê şanaziyê ye ku piştî her 4 salan ez dibînim navê Kurdan di lîsteyan de zêdetir dibe.
Ez hêvîdar im di hilbijartinên bê de ev hejmar bibe 300 heta 400 kes."
Li aliyê din, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Swêdê Şoriş Kadîr Rehîm ji bernameya Diyasporayê re ragihand:
"Salên borî Swêdê çavdêr ji bo hilbijartinên Kurdistanê dişandin lê vê carê çavdêrên desteya hilbijartinan a Kurdistanê tên Swêdê û çavdêriya hilbijartinan dikin."


