New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku helwesta wan a li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê eşkere ye.
Stephane Dujarric got, "Em piştgiriyê didin vê pêvajoyê û ji bo ku bi temamî were bicihkirin em teşwîq dikin."
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, li navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê civîneke rojnamegeriyê li dar xist.
Wî di vê civînê de pirsên Nûçegihanê Rûdawê Namo Abdullah bersivandin.
Dujarric, li ser hûrgiliyên hevdîtina Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan axivî.
Her wiha wî li ser çareseriya Pirsgirêka Kurdan daxuyanî dan.
"Hevdîtin rû bi rû pêk hat"
Dujarric li ser pirsa Rûdawê "Gelo di hevdîtina Sekreterê Giştî û Serokkomar Erdogan de pêvajoya aştiyê hat rojevê? Ma wî ji bo çareseriyeke bilez ew teşwîq kir?" wiha got:
"Hîn kurteyeke temam a hevdîtinê li ber destê min nîne. Ev hevdîtin tenê di navbera wan her duyan de û rû bi rû pêk hat. Hema ku noteke agahdarkirinê ya li ser hevdîtinê bigihîje destê min ez dê bi we re parve bikim."
"Helwesta me ya bingehîn piştgirî ye"
Dujarric hûrgiliyên hevdîtinê hîn nehatibin parvekirin jî destnîşan kir ku nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî ya li ser vê mijarê neguheriye û got:
"Helwesta me ya bingehîn û prensîbî ya li ser pêvajoya aştiyê ya Kurdan wekî ku me berê jî gotiye eşkere ye. Em gelekî piştgiriyê didin vê pêvajoyê û ji bo ku bi temamî were pêkanîn em teşwîq dikin."



