Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent got ku dorpêça aborî ya li ser Îranê encamên xwe dane.
Wî her wiha destnîşan kir ku ew biryardar in dawî li desthilata rejîma 47 salî bînin.
Aloziya di navbera Amerîka û Îranê de ji qada leşkerî ber bi qada aboriyê ve diçe.
Ji Washingtonê daxuyaniyên ku dê Tehranê tengav bikin hatin.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent îro civîneke rojnamegerî li dar xist.
Wî rewşa xerab a aboriya Îranê bi mînakên balkêş anî zimên.
"Dorên benzînê nîşaneya bêçaretiyê ne"
Bessent diyar kir ku li Îranê jiyana rojane sekiniye û got ku ji ber dorpêça deryayî ya Amerîkayê li welêt krîzeke mezin a sotemeniyê heye û wiha domand:
“Îro xelkê Îranê ji bo lîtreyeke benzînê 4 saetan di dorê de radiweste. Rejîmê fêm kiriye ku şerê aborî winda kiriye. Ji ber vê yekê, ji bo ku balê bikişîne cihekî din dest bi êrişên leşkerî dike."
Bessent, di pêvajoya Operasyona Marjînalbûna Aborî de spasiya Yekîtiya Ewropayê (YE) kir.
Wî da zanîn ku Yektîya Ewropayê bi Amerîkayê re tevdigeriya.
Armanc ne hilweşîn e, guherîna rejîmê ye
Bessent destnîşan kir ku hilweşîna aborî ne armancek e.
Bi gotina wî armanca bingehîn ew e ku desthilat bi paş ve gavê biavêje.
Wî bi awayekî eşkere diyar kir ku ew li gel hevpeymanên xwe dixwazin dawî li otorîteya olî ya 47 salî ya li Îranê bînin û got:
"Em li bendê ne ku rejîm were ser hişê xwe. Eger wisa nebe ev tabloya ku nayê domandin dê wan bibe destpêka dawiyê."
Dorpêç û tolhildan
Krîza benzînê ya ku Bessent bal kişandibû serê, bi girtina benderên Îranê ya ji aliyê Amerîkayê ve kûrtir bû.
Aloziya li qadê jî ji îro ve dîsa zêde bûye.
Amerîkayê bi îdiaya ku Îran hewl dide mayînan bi Tengava Hurmizê de bike, li Girava Larkê li hêzên Îranê xist.
Îranê jî piştî vê yekê bi mûşek û dronan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Urdin û Îmaratê kir.



