Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê careke din gef li Komara Îslamî ya Îranê xwarin ku ew dê derbeke leşkerî ya dijwar lê bixin.
Trump ragihand, Washingtonê planeke hûr û kûr ji bo vê mebestê amade kiriye.
Trump her wiha diyar kir ku pergalên parastinê yên Amerîkayê bi serkeftî bersiva êrişên mûşekî yên Tehranê daye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Fox Newsê re ragihand, "Planên me hene ku em bi dijwarî li Îranê bixin."
Trump her wiha destnîşan kir ku di êrişên van demên dawiyê yên Tehranê de, pergalên parastinê yên Amerîkayê hemû mûşekên Îranê xistin xwarê û rê li ber zereran girt.
"Pêwîstiya Îranê bi dan û standinan heye"
Serokê Amerîkayê bal kişand ser rewşa siyasî ya di navbera her du welatan de.
Trump got ku Îranî gelekî dixwazin dest bi dan û standinan bikin lê îdareya wî di mijara pêbaweriya bi Îranê de dudil e.
Li gorî gotina Trump, cezayên Amerîkayê bandoreke wêranker li aboriya Îranê kiriye û êdî teqeta Tehranê nemaye ku li ber xwe bide.
Trump beriya vê daxuyaniya ji bo Fox Newsê, di parvekirineke xwe ya li Truth Socialê de ev peyam dabû:
"Îran bi awayekî fermî neteweyeke têkçûyî ye. Ew mirê ye! Hêza wan a deryayî nîne, hêza wan a asmanî nîne, pereyê wan nîne.
Ew meaşên leşker û polîsên xwe nadin. Enflasyon ji sedî 300 e. Serkirdatiya wan di nava tevliheviyeke tam de ye û nikare welêt bi awayekî rast temsîl bike.
Tişta ku tenê li cem wan heye nûçeyên derew ên ji Amerîkayê ne û xwesteka wan a ji bo kuştina xwenîşanderên xwe ye (niha zêdetirî 100,000 kes mirine.
Divê ew ji ber tawanên şer ên li dijî mirovahiyê werin darizandin!), û rêzeke baş a 'gotinên vala' ye."
Êrişa li Urdinê
Berbanga roja duşemê, Supaya Pasdarên Îranê daxuyaniyek da. Supayê ragihand ku wan wekî bersivekê ji bo êrişên Amerîkayê yên li ser xaka wan, bi mûşekên balîstîk êrişî du baregehên asmanî yên Amerîkayê yên li Urdinê kiriye.
Her çend Tehran îdiaya zererên mezin dike jî lê Artêşa Urdinê ragihand ku wan 8 mûşekan Îranê xistin xwarê.
Ev êriş piştî wê yekê pêk hat ku yekşemê hêzên Amerîkayê mûşekavêjên Îranê yên li Girava Larekê ya li Tengava Hurmizê kirin armanc.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser vê mijarê ragihand ku êriş ji bo wê yekê bûye da ku rê li ber Îranê bê girtin da ku mayînên deryayî li tengavê daneyne û çûn û hatina keştiyan nexe metirsiyê.
Dorpêç û cezayên aborî didomin
Şerê di navbera Amerîka û Îranê de ji 28ê Sibata îsal ve dest pê kiriye û bandoreke giran li navxweya Îranê kiriye.
Trump bi dijwarî rexne li serkirdatiya Îranê girtin û ragihand ku Rêjîma Îranê zêdetirî 100 hezar xwenîşander kuştin.
Ev yek jî wekî amajeyekê bû ji bo wan nerazîbûnên ku ji kanûna pêşîn a borî ve li dijî bihabûnê li Tehran û bajarên din derketibûn holê.
Trump daxwaz kir ku divê berpirsên Îranê ji ber tawanên şer ên li dijî mirovahiyê li dadgehên navneteweyî werin darizandin.
Di demekê de ku Tengava Hurmizê ji 2yê Adara îsal ve ji aliyê Îranê ve hatiye girtin, Amerîka tekez dike ku ew dê bi dorpêça deryayî û cezayên aborî rê nede Tehran wekî "şerxwaza herêmê" bimîne.
Trump di dawiya peyama xwe de gef û daxuyaniyên Îranê wekî "vala û pûç" bi nav kirin û ragihand ku ew welat li ber devê rûxîneke tam e.



