Moskow (Rûdaw) - Êrişên bi dronan ên li Rûsyayê, bandoreke giran li karsazên Kurd ên li wî welatî jî kir.
Li Moskowayê, ji ber êrişa embarên şirketa Wildberriesê, mal û kel û pelên karsazên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê bi temamî şewitîn.
Karsazên Kurd diyar dikin ku wan bi dehan hezar dolar zerer kiriye lê şirket naxwaze ziyana wan qerebû bike.
Ji ber vê krîzê, gelek karsaz neçar mane ku karê xwe rawestînin.
Li Moskowaya paytexta Rûsyayê, atolyeyeke karsazên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê rastî krîzeke mezin hat.
Beriya du mehan di vê atolye û embarê de nêzîkî 20 kesî kar dikir lê îro tenê 3 kes mane.
Mal û kel û pelên wan û yên mişteriyên wan di embarên şirketa Wildberriesê de şewitîn.
Şirket naxwaze ziyana wan qerebû bike û îro mişteriyên wan hema bêje nemane.
"Ziyana me bi dehan hezar dolarî ye"
Xwediyê "Şirketa Charê" Umîd Serhedî li ser ziyana ku gihîştiye wan axivî û got:
“Embarên wan şewitîn. Hem malên me şewitîn hem jî yên mişteriyên me.
Mişteriyên me yên ku bi me re bi giştî kar dikir, ji me mal hildidan, didirûtin û difirotin."
Serhedî diyar kir ku bi qasî 50-55 hezar dolarî malên wan şewitiye û got:
"Lê yê mişteriyên me, hin ji wan 150-200 hezar, hinên din jî 100 hezar dolarî şewitîn.
Ew hemû bi me re dixebitî û ji me re qezenc dianî."
Xwediyê şirketê da zanîn ku wan sala borî bi qasî milyon dolarî qezenc kiriye lê îsal dema sal xelas bibe dibe ku ew nikaribin 300 hezar dolaran jî qezenc bikin.
Ji sedî 22yê kapasîteya lojîstîkî wêran bûye
Li gorî amaran, heta dawiya meha tebaxê, di encama êrişên dronan ên li ser binesaziya lojîstîkî ya şirketa Wildberriesê de bi qasî ji sedî 22yê kapasîteya wê ya lojîstîkî wêran bûye.
Ev yek jî dike bi qasî milyonek û 200 hezar metre çarçikan.
Hesabdara Şirketa Charê Yelena Malînova jî behsa bandora vê rewşê ya li ser karsazên biyanî kir.
Yelena Malînova got, "Mixabin, niha gelek karsaz karê xwe digirin. Gelek kesên ku ez wan nas dikim, ji Rûsyayê derketin û çûn."
Malînova wekî mînak da zanîn ku gelek karsazên ji Azerbeycan û Tacîkistanê karê xwe berdan û çûn û pê de çû, "Loma jî, kes nizane ka dê paşê rewş çawa be."
"Şirketê tenê 200 - 300 dolar tezmînat da"
Şirketa Charê zêdetirî 5 salan e xizmetên lojîstîkî yên Wildberriesê bi kar tîne.
Şirîkê Şirketa Charê Serhed Bazîdî jî derbarê mijarê gilî û gazinên xwe anîn zimên.
Serhed Bazîdî diyar kir, "Embarên Wildberriesê hatin şewitandin.
Di her embarekê de malê me hebû. Bi tenê malê min ê şexsî bi qasî 25-30 hezar dolarî şewitî."
Bazîdî nerazîbûna xwe ya li hemberî tezmînata şirketê wiha anî zimên:
"Ez dikarim bibêjim ku Wildberriesê tenê 200 an 300 dolarî alîkarî kir û tezmînat şand. Xwezî ew jî nekira."
Ziyana giştî zêdetirî 800 milyar rubleyî ye
Li gorî texmînên pisporan, qebareya ziyana giştî ya Wildberries û mişteriyên wê di encama êrişên dronan de ji 800 milyar rubleyî derbas bûye.
Her wiha deynê giştî yê şirketê yê ji bankeyan re jî gihiştiye 1,3 trilyon rubleyî.
Tevî van hemû ziyan û deynan, damezirênera Wildberriesê Tatyana Kimê di meha tebaxê de cara pêncem li pey hev di rêza yekem a jinên herî dewlemend ên Rûsyayê ya lîsteya Forbesê de cih girt.




